• Friday, 26 July 2024
logo

Kurdek li Almanya bû qehreman

Gulan Media October 23, 2015 Corane
Kurdek li Almanya bû qehreman
Kurdekî Rojhilatê Kurdistanê li Almanya berbijêra serbixwe bo hilbijartinên şaredariya Almaniya bi navê Henriette Reker rizgar kir û di nava xelkên wî welatî de wek qehreman tê naskirin.

Ew kurdê ku ev 30 salin li Almanya dijî û navê xwe guhertiye bo Martin Baxman, tevlî bangeşeyên xanim Henriette Reker dike û di wê bangeşeyê de kesek bi kêrê êrişî wê xanimê dike, lê Baxman darseywanekê li pişta wî dixe û nahêle bigihê xanimê.

Martin Baxman wiha dibêje: “Min jê re got, çima te êriş kir, wî ji min re got, wê welatê min firotiye.”

Baxman derbarê jiyana xwe de jî wiha got: “Ez kurdekî almanî me. Pêwendiya min bi kurdên herçar perçên Kurdistanê re pir baş e.”

Rudaw
Top