• Friday, 26 July 2024
logo

Kurdek bû Serokê Twitterê

Gulan Media October 15, 2015 Corane
Kurdek bû Serokê Twitterê
Kurdekî Rojhilatê Kurdistanê bi navê Omid Kordestani bû Serokê Desteya Rêvebir a tora civakî ya Twitterê

Şîrketa Twitterê di hesaba xwe ya fermî de ragihand, ku kurdê bi navê Omid Kordestani bi fermî wek endamê Desteya Rêvebir a wê şîrketê hatiye destnîşankirin.

Omid Kordestani jî ku kurdekî Rojhilatê Kurdistanê ye, di hesba xwe ya Twitterê de ragihandiye: “Karkirin di şîrketên ku cîhanê diguherînin, nabe para hemû kesî.”

Kordestani herwiha daxuyakirin, ku berî niha di şîrketên mezin ê cîhanî yên wek Netscape û Google de kar kiriye û kêfxweşiya xwe aniye ziman ku niha bi şîrketa Twitterê re jî kar dike.

Endamê Desteya Damezrêner û Desteya Rêvebir a Twitterê Jack Dorsey jî di vê bareyê de li ser hesaba xwe kêfxweşiya xwe anî ziman û got: “Îro me Omid Kordestani wek Serokê Desteya Rêvebir a Twitterê destnîşan kir û ji îro pê ve dest bi kar dibe.”

Jack Dorsey herwiha ragiahnd: “Serokek serkevtî pêngava yekem e bo berdewamîdan bi karê desteya me daku bibe baştirîn li cîhanê û armanc jî xizmetkirin bi Twitterê ye.”

Di twitteke din de Dorsey dibêje, ku Omid Kordestani serokek xwedî ezmûn û serkevtî ye ku dê bi awayekê rasterast alîkarî û rêberiya min û desteya rêvebir a me bike û dê alîkariya me bike daku xelkên baş bigihînin Twitterê.

Rêvebirek din ê Twitterê bi navê Adam Bain jî di hesaba xwe de kêfxweşiya xwe bi hatina rêvebirek nû di şîrketa Twitterê de ragihandiye û tekez kiriye ku Kordestani kesekî xwedî ezmûn û bêmepa ye di qazanckirina çend milyar dolaran de û ew li benda milayaran dolaran in.


Rudaw
Top