• Friday, 26 July 2024
logo

Kurdekî ala Kurdistanê bir cihê herî xeternak li cihanê

Gulan Media September 27, 2015 Corane
Kurdekî ala Kurdistanê bir cihê herî xeternak li cihanê
urdekî Başûrê Kurdistanê ala welatê xwe bir cihê herê xeternak li cîhanê, ku cuhekî geştiyarî ye û dikeve rojavayê welatê Norwêjê. Ew xort 11 saetan bi meşê çû heta gihîş wî cihî.

Ev cih jê re dibêjin, Trolltunga û wek yek ji 10 cihên herî xweş û balkêş û xeternak li cîhanê tê naskirin. Eger rewşa yekî ya tendirûstiyê ne pir baş be, nikare bigihê vê derê.

Li gorî malpera TOUREXPERIENCE.COM em cih zehmetirîn cihê geştiyarî ye li cîhanê.

Xortekî bajarê Dihokê bi navê, Aras Subhî ev 15 sal e ku li bajarokekî ser bi parêzgeha Bîrgen li Norwêjê dijî, jibilî ku karê rojnamevaniyê dike, beşa tûrîzmê xwendiye.

Derbarê çûna xwe bo wî cihî, ji Rûdawê re axivî û wiha got: “Min gelekî hez dikir ez biçim wî cihî, min ji hevalên xwe yên kurd re digot, bi min re nedihatin, neçar mam ku bi tenê biçim, lê bi rastî riya wê pir nexweş û pir tirs û xof bû. Di nîvê rê de ez poşman bûn û min xwest ez vegerim.”

11 saetan bi meşê çûm

Aras ev demek bû ku hêvî dikir serdana wî cihî bike û wê hêviyê hişt ku riya xwe berdewam bike. Dixwest ala Kurdistanê li wir deyne, lewma wê yekê hişt ku ew 11 saetan bi meşê xwe bigihînim wir.

Dema Aras diçû Trolltunga, nêzîkî 100 leşkerên norwêjî li wir dîtiye, ku berpirsê wan dixwest wan bibe wî cihê bilind.

Aras wiha got: “Yekî ji leşkeran li min nerî û ji min re got ev çi al e di destê te de? Min jî jê re got, ez kurd im û ev ala me ye. Wî di cih de got, min fêm kir. Wî nas kir min aleke bê dewlet helgirtiye.”

Aras roja 11 Îlonê bi ala Kurdistanê ser Trolltunga rawesta û çend wêne jî li wir girt. Wî wiha domand: “Min ew roj bi mebest hilbijart ji ber ku, salvegera destpêkirina Şoreşa Îlonê bû. Min xwest di wê rojê de pêşmergeyên ku bi dehan sal li ser çiyayên Kurdistanê xebat kirine bo bidestanîna azadiyê.”

Medyayên cîhanê belav kirine ku roja 5ê Îlonê geştiyarekî Awustralyayê ji wî cihî li erdê ket, lê wê nûçeyê dîsa Aras sar nekir.

Aras behda tiştekî balkêş dike û wiha got: “Li ser wê riya dûr, ku hezar û 110 metr li ser asta deryayê bilind e, tiştek li şûna geştyaran nayê dîtin, bi rastî cihekî pir paqij bû.”

Rudaw
Top