• Friday, 26 July 2024
logo

Şahciwana Îsraîlê: Ez pir ji Kurd û Kurdistanê hez dikim

Gulan Media September 1, 2015 Corane
Şahciwana Îsraîlê: Ez pir ji Kurd û Kurdistanê hez dikim
Şahciwana sala 2015ê ya Îsraîlê, Mayan Kêrîn dibêje, kurd û îsraîlî mîna hev in ji ber wê jî ez pir ji Kurd û Kurdistanê hez dikim. Mayan her wiha nerazîbûna xwe li hember wê yekê jî nîşan dide ku çima nahêlin keçên Kurd bi navê Kurdistanê tevlî pêşbirkên bedewiyê bibin.

Şahciwana îsal a Îsraîlê, Mayan Kêrîn ji Rûdawê re axivî û got, ez pir ji Kurd û Kurdistanê hez dikim çimkî Kurd û îsraîlî mîna hev xebat dikin.

Mayan Kêrîn nerazîbûna xwe li hember wê yekê jî nîşan da ku çima nahêlin keçên Kurd li ser navê Kurdistanê tevlî pêşbirkên bedewiyê yên cîhanî bibin û got, hêceta wan ew e ku Kurdistan dewlet nîne. Ma ne hinek welatên din jî hene ku ne dewletên fermî ne lê keçên wan li ser navê welatê xwe tevlî pêşbirkan dibin.

Şahciwana Îsraîlê diyar kir ku divê keçên kurd jî êdî li ser navê Kurdistanê tevlî pêşbirkan bibin û got, min berê wisa dizanîbû ku Kurdistan bixwe ti namzedekê tewlî pêşbirkan nake.

Mayan Kêrîn, nûnera Îsraîlê di pêşbirka şahciwaniya îsal a cîhanî de ye ku dê dawiya îsal li girava Sanya ya Çînê were lidarxistin.

Kêrîn dibêje, min bawer nedikir bibim şahciwana Îsraîlê.

Mayan Kêrîn sala 1997ê ji dayîk bûye û bejna wê 175 santîmetr e.
Top