• Friday, 26 July 2024
logo

Berhema gûzê Sine îsal du beramber zêde dibe

Gulan Media August 24, 2015 Corane
Berhema gûzê Sine îsal du beramber zêde dibe
Tê pêşbînîkirin ku îsal li herêma Sine ya Rojhilatê Kurdistanê 17 hezar ton gûz were berhemanîn.

Her sal bi hezaran ton gûz li bajarên Sine, Merîwan, Serwava û deverên din ên eyaleta Sine ya Rojhilatê Kurdistanê tê berhemanîn.

Rêveberê giştî yê bax û rezên eyaleta Sine, Erdeşîr Pûrhebîbî ragihand, tê pêşbînîkirîn îsal li herêma Sine 17 hezar ton gûz bidest bikeve.

Erdeşîr Pûrhebîbî diyar kir ku li herêma Sine, 7 hezar û 573 hiktar darên gûzan heye lê tenê ji 3 hezar û 268 hiktaran gûz tê hasilkirin, yên din ji ber sermaya biharê ziyan dîtine.

Li gorî wî rayedarê eyaleta Sine, rêjeya hasila gûzê îsal ê Sine li gorî par nêzîkî 2 beramber zêde bûye çimkî par nêzîkî 9 hezar ton gûz berhem hatibû.

rudaw
Top