Ciwanê Kurd di halterê de rekor şkînand
Ciwanê Kurd ê bi navê Ehmed Ehmedînejad di halterê de 132 kîlo bilind kir û rekora Îranê şkînand. Ehmedînejad di gelemperiyê de jî 285 kîlo bilind kir û 3 xelatên cuda wergirt.
Ciwanê Kurd Ehmed Ehmedînejad ku xelkê bajarê Mahabadê ya Rojhilatê Kurdistanê ye, di palawnatiya haltera ciwanan a Îranê de bû yekem û 3 xelat wergirtin.
Ehmedînejad di 69 kîloyî de karî di yek carî de 132 kîloyan bilind bike û bi vê awayî rekora Îranê bişkîne.
Ciwanê Kurd di gelemperiyê de jî 285 kîlo bilind kir û bi vê awayî bû xwedanê 3 xelatên zêrîn di halterê de.