• Friday, 26 July 2024
logo

Bazara gul û şitlên daran germ e

Gulan Media August 12, 2015 Corane
 Bazara gul û şitlên daran germ e
Rêveberiya Giştî ya Bax û Daristanan li Herêma Kurdistanê ragihand ku, li Kurdistanê xwastek mezin li ser şitlên bêhempa û gulên sirûştî heye, lewma sal bi sal anîna wan ji welatên din zêdetir dibe.

Li gorî amarên Rêveberiya Giştî yê Bax û Daristanan tenê par 7 milyon û 218 hezar şitil û gulên siruştî ji derve hatine. Herwiha di 6 mehên yekem ên vê salê de jî nêzîkî 2 milyon û 735 hezar şitil û gul hatine Kurdistanê.

Rêveberê Giştî yê Bax û Daristanan li Herêma Kurdistanê Husên Heme Kerîm ragihand: "Ji ber daxwaza zêde li ser gulên siruştî û şitlan, sal bi sal anîna wan ji derve zêde dibe."

Wezareta Çandiniyê û Çavkaniyên Avê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwedî 25 bexçeyên şitil û gulan hene, ku salê zêdetirî 5 milyon şitil berhema wan e.

Heme Kerîm wiha got: “Salên çû bexçên şitlan ên xelkê ne pêşketî bûn ku karibin gulan rasterast ji derve bînin û bifroşin xelkê, lewma ji bo peydakirina daxwaza xelkê me giringî da berhemanîna wan gul û şitlan û niha berhemên me baş in, lê niha sektora taybet pêş ketiye û bi sedan bexçe û cihên gulan hatine vekirin.”

Rudaw
Top