• Sunday, 30 June 2024
logo

Ev pîrejin 20 sale goştê mirovan dixwe

Gulan Media August 9, 2015 Corane
Ev pîrejin 20 sale goştê mirovan dixwe
Polîsê Rusya aşkere kir ku pîrejinek hatiye girtin û eve 20 sale goştê mirovan dixwe.

Polîsên Rusya li bajarê Senpetersbûrg pîrejinek bi navê Tamara Samsunova ya mirovxwer destgîr kirin. Ev pîrejina ku temênê wê 68 sale, di nava 20 salan de goştê 11 mirovan xwariye.

Di encama vekolînan de derketiye ku pîrejina navborî qurnabên xwe perçe perçe dike û gotşê wan dixwe. Pîrejina mirovxwer meha borî hate destgîr kirin û li xwe mikûrhat ku wê mirov xwarine.

Pîrejinê gotiye ku wê qurbanên xwe bêhiş kiriye û paşî kuştiye û xistiye nava befirgehê ve. Paşî parî parî goştê wan xwariye.

Pîrejinê her wiha serboriya kuştin û xwarina mirovan jî di lênûsa xwe ya yadigariyan de nivîsiye.

basnews
Top