• Sunday, 30 June 2024
logo

30 werzişkar derketin serê çiya

Gulan Media August 7, 2015 Corane
 30 werzişkar derketin serê çiya
Zêdetirî 30 xortên werzişkar di çalakiyeyke werzişî de derketin ser çiyayê Helgurd ku bilindtirîn çiyayê Iraqê û Başûrê Kurdistanê ye.

Yek ji endamên Koma Çiyavanî ya Helgurd ê bi navê Zosk Çomanî ji Rûdawê re ragihand: “Armanc ji wê geştê ew bû ku em ber bi bilindayiya çiya ve biserkevin û li ser gupika bilindtirîn çiyayê Herêma Kurdistanê û Iraqê bimînin. Herwiha armancek din ew bû, çiyayê Kurdistanê bi xortan bidin naskirin û wan vegerînin bo himbêza xweza û jîngeha Kurdistanê.”

Di wê geşta çiyayî de ku roja 30ê Hezîrana îsal hat encamdan, çend çalakiyên cur bi cur ên girêdayî bi çiyavaniyê û parastina jîngehê li ser çiyayê Helgurd hatin encamdan, wek paqijkirina navçeyê ji paşmayiyên geştyaran û encamdana çend rahênanên serkevtin û man li ser bilindayiya çiya.

Herwiha ji werzişkaran re behsa wan xwarinan hat kirin ku di dema serkevtina li ser çiya ji wan re pêwîst in.

Koma çiyavanî ya Helgurd di dawiya sala 2014an de hatiye avakirin û armanca sereke ya wê koma werzişî, alîkariya welatiyan û geştyarên derveyê Kurdistanê bo serkevtin bi ser çiyayên Kurdistanê de, bi hawarçûna kesên ku li çiya asê dimînin û parastina jîngehê ye.

Rudaw
Top