• Sunday, 30 June 2024
logo

Facebook bû zimanê van herdu lalan û ew zewicandin

Facebook bû zimanê van herdu lalan û ew zewicandin
Li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê kur û keçek lal, ku bi rêya Facebookê hevdu nas kiribûn, zewicîn.

Meriv û kesûkarên wan li dora wan kom bûne, lê ew tenê bi destan dilxweşiya xwe didin xuyakirin. Bûk bi rêya destê xwe dibêje zava dilê min e û ez gellekî hej wî dikim.

Zava jî dibêje, ez gellekî hej wê dikim û li cem min jina herî bedew e.

Erdelanê zave û Rajana bû lal in, lê Facebook bû zimanê wan û ew bi hev dan naskirin.

Erdelan li Ewropayê dijî, lê ji bo Rajanê vegeriya ye Kurdistanê û daweta xwe çêkirin.

Rudaw
Top