• Sunday, 30 June 2024
logo

Rojhilat – Işkefta Siholanê ya Mehabadê bû şûnwara millî ya Îranê

Rojhilat – Işkefta Siholanê ya Mehabadê bû şûnwara millî ya Îranê
Navê devera kevnar û tûrîstî ya Işkefta Siholanê ya Rojhilatê Kurdistanê ket nav lîsteya şûnwarên millî yên Îranê.

Işkefta kevnar û tûrîstî ya Siholanê, ku dîroka wê vedigere hezar salan beriya zayînê (mîlad), di lîsteya şûnwarên millî yên Îranê de hat tomarkirin.

Rayedarekî Navenda Mîratên Kulturî û Tûrîzmê ya eyaleta Ormiyê ya Rojhilatê Kurdistanê ji malpera mehrnewsê re eşkere kir ku dosyeya tomarkirina navê Işkefta Siholanê par ji navenda tomarkirina navên şûnwarên millî re hatibû şandin.

Wî rayedarî da zanîn ku vê hefteyê bersiva wan hat dayîn û ji wan re hat ragihandin ku navê Işkefta Siholanê wek şûnwareke millî hatiye tomarkirin.

Işkefta Siholanê 35 km dûrî bajarê Mehabadê û li ser rêya Bokan-Mehabadê ye. Ew işkeft ji ber ku nêzîkî gundê Siholanê ye, jê re dibêjin Işkefta Siholanê.

Navê wê yê rast “Kune Kotr” e çimkî hêlîna gellek kevokan li nav wê işkeftê de heye.

Di nav Işkefta Siholanê çendîn golên avê hene. bilindahiya işkeftê 50 metre û kûrahiya gola herî kûr ya wê jî 35 metre ye.

Işkeft Siholanê cihekî tûrîstî ye û li gorî amarên fermî, rojane nêzîkî hezar kes serdana wir dikin.
Top