• Sunday, 30 June 2024
logo

Tatlises serdana Mûtlû Kaya kir

Tatlises serdana Mûtlû Kaya kir
Hunermendê Navdar ê kurd Îbrahîm Tatlises ku demeke li nexweşxaneya GATAyê tê dermankirin, serdana Mûtlû Kaya kir.

Mûtlû Kaya di mala xwe de rastî êrişeke çekdarî hatibû û ji bo birînên wê baş bê dermankirin ji bo Nexweşxaneya GATAyê ya li Enqereyê hatibû şandin.

Tatlises îro li ser hesabê xwe ya Instagramê wêneyê xwe yê bi Mûtlû Kaya re belav kir û di binê wêneyê de ev yek nivîsand:

“Îbrahîm û Mutlû her du jî gelek bi qedr û qîmet in û rastî êrişeke xayinan hatine, lê her du jî pir kêfxweş in. Ez gelek meraq dikim bizanim ka gelo ew kesên bi wesweseya şeytan ew êriş pêk anîn, kêfxweş in? Ez dixwazim tiştekî bi bîr bînim. Ti kes hêza wî/ê tune ye! Çimkî, ji bilî Xwedê ti hêz nikare wî karî bike, Ew kesên bikin jî ewê aciz bimînin. Her tişt ji Xwedê ye, havala Mûtlû. Tu bi xêr hatî. Ez ji Xwedayê mezin şifayên xêrê ji bo te dixwazim”

rudaw
Top