• Sunday, 30 June 2024
logo

Yekem a Norwejê keçeke ji Dihokê ye

Yekem a Norwejê keçeke ji Dihokê ye
Keça kurd Ceylan Şerefanî ya ku li Norwejê karê ciwankariyê ji jinan re dike û bi karê xwe yê baş li wî welatî nevdar bûye û xelata baştirîn bloga Norwejê ya taybet bi ciwankariyê di sala 2014 de wergirtiye, vê carê vîdyoyek taybet bi vî mijarê bi zimanê kurdî li ser internetê belav kiriye, ku bala gelek jinên kurd û şopiner wê bi xwe ve kişandiye.

Keça kurd a serekftî, Ceylan Şerefanî ya ku bi eslê xwe xelkê bajarê Dihokê ya Başûrê Kurdistanê ye û temenê wê 23 salî ye, niha li bajarê Oslo ya li welatî Norwejê dijî û bi karê ciwankariyê ve mijûl dibe. Şerefanî di hevpeyvînekê de ji Rûdawê re behsa jiyan û karê xwe kir.

Ceylan Şerefanî di wê heypeyvînê de ji Rûdawê re ragihand, ew niha bi ti şîrketên din re kar nake û ji xwe re kar dike. Şerefanî dibêje: “Ew du sal dibe min şîrketa xwe, Gilmakeup vekir. Ji bilî karê ciwanakriyê, ez blogê jî dinisînim û karê blogeriyê dikim.”


Şerefanî got: “Sala borî min xelata baştirîn blogea ciwankariyê li welatê Norwejê wergirt.”


Di bersiva pirsên Rûdawê de, ku gelo te çima û kengî vîdyoya rahênana xemilandin û ciwankariya jinan bi zimanê kurdî belav kiriye, keça kurd Ceylan Şerefanî got: “Min beriya 4 salan jî vîdeoyên wisa belav kirin, ji ber ku ez dixwazim çend curên din ên ciwankariyê nîşanî keç û jinên kurd bidim. Jibilî alîgirên min ên li Norwejê, gelek keç û jinên şopîner û alîgirên min ên kurd hene. Min ji ber wê bi kurdî vîdeo belav kir, çimkî şopînerên min ên kurd, zimanê Norwejî nizanin û nikarin mifayê ji vîdeoyên bi wî zimanî bibînin.”





Rûdawê ji wê keça kurd pirsî, gelo te ji belavkirina wê vîdyo ya bi zimanê kurdî çi hêvî dikir? Di bersivê de Şerefanî ragihand: “Min xwast ji keç û jinên kurd bibim îlhamek, ku ew jî dikarin karê ku hez jê dikin, bikin û li dûv hêviyên xwe herin. Min xwast ji cîhanê re bêjim ku keçên kurd jî dikarin ciwan bin.”


Derberê mifaya belavkirina wê vîdyoya bi zimanê kurdî de, Ceylan Şerefanî got: “Gelek qazancên belavkirina wan vîdyoyan hene. Ez dikarim ji cîhanê re nîşan bidim ku ez dikarim bi çi awayî îlhamek bim ji jinan re ku ew jî dikarin wî karî bikin anko karê ku hez jê dikin, bikin. Ez di wê baweriyê de me ku şopînerên min ên kurd bi dîtina vîdyoyên min ên kurdî gelek kêfxweş dibin û ji wê yekê dilxweş in ku curên cuwankariyê bi zimanê kurdî dibihîsin.”

Di dawiya hevpeyvînê de jî, cuwankara navdar a Kurd li Norwejê, Ceylan şerefanî peyam ji şopîner û alîgirên xwe re ragihand û got: "Ez dixwazim, keçên kurd bi giranî kar bikin. Ez ji wan dixwazim, ku ti carî dest bi xewnên xwe bernedin, heta eger pîr bibin, zewacê bikin anko bibin xudanê zarokan û htd. Em jinên kurd wek her jinên din ên li cîhanê gellekî bihêz in."

Rudaw
Top