• Sunday, 30 June 2024
logo

Kurd nîqaş dikin: Kirasê Teng ya kê ye?

Kurd nîqaş dikin: Kirasê Teng ya kê ye?
Derhênerê navdar ê kurd Hiner Selîm dest bi kişandina filmekî bi navê “Kirasê Teng” li bajarê Stenbol ê Tirkiyeyê kiriye. Tê gotin dibe ku projeya Hiner Selîm ji pirtûka Lorin Dogan, hatibe girtin.

Filma bi navê Kirasê Teng ku çîroka çend jinên ku dixwazin modeltiyê bikin vedibêje. Herwiha di pirtûka Lorin Dogan a bi navê Kirasê Teng” de behsa zêhemtiyên jinên kurd dike.

Di van rojên dawî de mijarek a xwendevanên kurdî yên Bakurdê Kurdistanê ev e.



Lorin Dogan derbarê vê mijarê de wiha got: “Min taze bihîst navê fîlma ku Hiner Selîm dikişine. A rastî ez naveroka fîlma wî nizanim û ji ber vê yekê ez nizanim pêwendiyek projeya wî li gel pirtûka min heye an jî nîne.”

Herwiha Lorin Dogan da zanîn beriya niha hin çîrokên di pirtûka wî de wek kurtefîlman hatine amadekirin.

Beriya niha lîstikvana navdar a filmê Tuba Buyukustun jî bo Rûdawê wiha gotibû:


“Berî her tiştî ez di wê baweriyê de me ku ez li gel tîmek gelekî baş kar dikim. Me enerjiyeke gelekî baş ava kiriye di nav xwe de û em li hev dikin. Ez di fîlmê de rola karekterek bi navê Hêlîn dilîzim. Bila mîna surprîzekê bimîne ezê zêde qala wê nekim. Lê belê em hewl didin karekî baş bikin. Dema em bertekên erênî û hezkirina temaşevanên xwe jî dibînin, ev xwesteka me bêhtir dibe û em hê cidî nêzî karê xwe dibin.”

Hiner Salem kî ye?

Hiner Selîm derhêner, wênesaz û niviskarekî kurd e.

Bi 17 saliya xwe koçber bûye, di riya Sûrî re çûye Îtaliya, li wir çûye dibistanê û li Mîlano siyaset xwendiye. Îro ew li Parîsê wek derhêner, nîgarkêş û nivîskar dijî. Di nîsana 2004'a de pirtûka wî „Tifinga bavê min - zaroktî li Kurdistanê”, derketiye, ya ku bi gelek zimanan hatiye wergirandin. Li festivala filmên cîhanê li Cannes 2005a wezîrê çanda ferensî Renaud Donnedieu de Vabres xelata "Chevalier des Arts et des Lettres" da Hiner Selîm. Ev xelat ji bo herdû filmên wî yên dawî yên bi navê Kilomètre Zéro û Dol hat dayin.

Rudaw
Top