• Sunday, 30 June 2024
logo

Aktorekî Hollywoodê tevlî YPGê bûye

Aktorekî Hollywoodê tevlî YPGê bûye
Aktorê navdarê Hollywoodê Michael Enright tevlî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bûye û li dijî DAIŞê şer dike.

Aktorê navdarê brîtanî yê Hollywoodê Michael Enright (51 salî) du meh berê derbasî Rojavayê Kurdistanê bûye û tevlî refên YPGê bûye.

Li gorî rojnameya Daily Mailê, Michael Enright di jiyana xwe de çalakiyên leşkerî nekiriye û di temenê 16 saliyê de dest bi xebatên sînemayê kiriye û di 19 saliyê de bûye aktorekî Hollywoodê.

Hat gotin ku Enright niha ji aliyê şervanên YPGê ve tê perwerdekirin û çeka ji curê Klaşînkof bikar tîne.

Ew aktorê Hollywoodê di fîlmên xwe de her dem çekdarên radîkal û neyar kuştiye lê vê carê rola bûye rastî.

Enright gotiye, şerjêkirina rojnamevanê amerîkî yê bi navê James Fully ji aliyê her wiha şewitandina pîlotê ordunî Muaz Kesasibe ji aliyê çekdarên DAIŞê ve li ser tevlîbûna wî di nav YPGê de bi bandor bûne.

Tê gotin, Michael Enright dema ber bi Rojavayê Kurdistanê ve çûye ne ji malbata xwe re ne jî ji hevalên xwe re gotiye. Ew bi rêya facebookê ji rewşa malbat û hevalên xwe agahdar dibe.

Li gorî agahiyên wî şervanê biyanî yê YPGê, şervanên YPGê jê re hgotibûn ku ji Stenbolê derbasî bajarê Silêmaniyê bibe, ewê bên li wir wî bi xwe re bibin, ew jî li hotêlekê li benda wan mabû.

Michael wiha behsa birina xwe dike: “Dema ew hatin min bibin ez pir tirsiyam çimkî wê demê min şervanên kurd û çekdarên DAIŞê ji hev dernedixist. Kesekî li hotêlê ji min re got, eger tu wan nas nakî neçe. Lê min got ez ji bo vî karî hatime vir, tu tenê alîkariya min bike da ku ez bizanim ev ew in yan na.”

Michael dibêje, ew niha pir kêfxweş e ku tevlî YPGê bûye û naxwaze vegere Brîtanya lê tirsa wî ji wê yekê heye ku hêzên hevpeyman wek pêwîstî êrişî çekdarên DAIŞê nekin: “Eger Brîtanya bi awayekî rijd li çekdarên DAIŞê bida di heyameke kurt de DAIŞ li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê nedima.”

Rudaw
Top