• Sunday, 30 June 2024
logo

Jinek Morîtanî 55 mêr kirine

Jinek Morîtanî 55 mêr kirine
Li yek ji bajarên welatê Morîtanyayê, jinek dike ku derbasî pirtûka Genes a hejmarên pîvaneyî bibe, ew jî bi rêya hejmara mêrên ku di jiyana xwe de kirine.

“Silem” ew jina Morîtanî ye ku temenê 12 salî de yekemcar proseya hevseriyê pêkaniye, dibêje jî ku heta niha wê 55 mêr kirine. Dirêjtirîn heyama ku bi mêrekî re derbas kiribe “15” sal bûn, kintirîn dem jî “2” roj bûn.

Silem di hevpeyvînekê ligel televîzyoneke navxweyî ya welatê xwe de dibêje ku, ew gelekî hestyar e û “xîret” pê re heye, lewma nikarî gelek reftarên mêrên ku ji wan zewicî ye tehemul bike, lê dibêje ku ew li gel mêrê xwe yê niha (ku hejmara wî 55 e) “gelek murtah e.”

Ew jina Morîtanî şîretê li keçên welatê xwe dike û dibêje ku, bila keç bi her mêrekî ku li deryê wan bide razî bibin, diyar dike jî ku her 55 proseyên hevseriyê yên ku pêkanîne, bandor li ser jiyan û tenduristiya wê nekirine.

Basnews
Top