• Sunday, 30 June 2024
logo

Bi Wêne...Keçek Kurd bûye firokvan

Bi Wêne...Keçek Kurd bûye firokvan
Keçek Kurd bawernameya firokvaniyê li welatê Danîmark`ê bi dest aniye û ew keça Kurd dibêje: Hikûmeta Herêma Kurdistan`ê tu alîkariyek ji bo min nekiriye.

Wertê Ebo Bekir Elî keça firokvan ya Kurd bo Malpera Xendan ragihand ku,wê 5 salan li welatê Danîmark`ê beşê firokvanî xwendiye.

Wertê Ebo Bekir Elî got: Bi min xweşe ku, ez li Kurdistan`ê kar bikim û bi Kurdî di firokê de gotûbêjan bikim û bi xêrhatina rêwiyan bikim.

Wertê Ebo Bekir Elî dazanîn ku, Ew dixwaze firokvaniya serbazî jî bixwîne daku bi rêya fêrbûna firokvaniya serbazî hevkariya wekatê xwe û birayên xwe yên Pêşmerge bike.

- Wertê Ebo Bekir Elî sala 1991`an ji dayî bûye.

- Wertê Ebo Bekir Elî li welatê Danîmark`ê firokvanî xwendiye.

- Wertê Ebo Bekir Elî biraziya hunermendê koçkirî yê Kurd Hema Ceza ye.

- Wertê Ebo Bekir Elî yekem keça Kurd e ku bawernameya firokvaniyê bi dest aniye.

Xendan
Top