• Sunday, 30 June 2024
logo

Alayeke Kurdisanê di 3 mehan de çêkirin

Alayeke Kurdisanê di 3 mehan de çêkirin
Li devera Pişderê ya Başûrê Kurdistanê, jin û mêrekî alayeke mezin a Kurdistanê ji bo Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî çêkirin.

Li gundê Pîranê yê bajarokê Qeladizê yê Başûrê Kurdistanê, jina bi navê Perîzad Mistefa û Dilşadê hevjînê xwe di nav 3 mehan de alayeke mezin a Kurdistanê çêkirin.

Dirêjiya wê alayê 3.8 metre û beratiya wê 2.8 metre ye û bi rîsê hirî hatiye çêkirin.

Dilşad sala 1991ê penaberî Rojhilatê Kurdistanê bûye û li wir bi Perîzadê re zewiciye. Karê wan xwedîkirina mirîşkan e lê di demên xwe yên vala de karê honanê dikin.

Dilşad ji Rûdawê re wiha behsa xwe kir, “Dema ez li Îranê bûm alayeke min a Kurdistanê hebû. Dewletê ji ber wê alayê 5 salan ez girtim û piştî ku cezayê min xilas bû jî ez hatim dersînokirin. Ez di girtîgehê de fêrî honanê bûm. Min li wir soz da ku alayeke mezin çêbikim. Piştî ku min bi hevjîna xwe re axivî me biryar da em alayeke mezin çêbikin. Me piştî 3 mehan xilas kir. Em dixwazin wê alalyê bidin Serokê Herêma Kurdistanê.”

Dilşad diyar kir ku ew alîgir û endamê ti partiyekê nîne tenê ji ber ku ji Serok Barzanî hez dike dixwaze vê yekê bike.

Dilşad hevjîna xwe jî fêrî honanê kiriye. Perîzadê li ser vê yekê got, Dilşad ez hînî honanê kirim. Niha jî ez ji bo dabînkirina beşek ji debara jiyanê kumên zarokan, sermilkên jinan, bergên qutiyên biçûk, tesbîh û hinek tiştên din çêdikim.

Keç û kurekî Dilşad û Perîzadê heye: Xende û Yehya. Ew jî ji niha ve fêrî honanê dibin û hinek caran jî li ber destê dê û bavê xwe dixebitin.

Rudaw
Top