• Sunday, 30 June 2024
logo

Çiyavanê kurd piştî Everestê çû ser wî çiyayî jî

Gulan Media March 29, 2015 Corane
Çiyavanê kurd piştî Everestê çû ser wî çiyayî jî
Çiyavanekî kurd ê Rojhilatê Kurdisanê derket ser çiyayê Anaporta, ku dehemîn çiyayê bilind ê cîhanê ye.

Çiyavanê kurd Riza Şehlayî, roja 24ê Adara îsal karî derkeve ser çiyayê Anaporta, ku yek ji zincîre çiyayên Hîmalayayê ye.

Riza Şehlayî, roja 14ê Adarê ji Kirmaşanê çûbû welatê Nepalê û li wir jî bi komek çiyavanên din re hilkişyabû ser çiyayê Anaportayê.

Ew çiyavanê kurd beriya niha jî çûbû ser çiyayê Everestê, ku bilindtirîn çiyayê cîhanê ye her wiha hilkişyabû ser çiyayên bi navê K2 û Kançin Çonga.

Çiyayê Anaporta 8 hezar û 91 metreyan bilind e.

Riza Şehlayî sala 1959ê li bajarê Kirmaşanê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye û ji sala 1981ê ve çiyavaniyê dike.

Rudaw
Top