• Sunday, 30 June 2024
logo

Xortekî kurd ji Pêşmerge re balafir çêkir

Gulan Media March 17, 2015 Corane
Xortekî kurd ji Pêşmerge re balafir çêkir

Xortê kurd ê bi navê Nerîwan Enwer, piştî ku çekdarên DAIŞê êrişî Başûrê Kurdistanê kirin, dest bi çêkirina balafirekî ji bo Pêşmerge kiriye.

Balafira wî xilas bûye û dê di merasimeke fermî de bifirrîne û ala Kurdistanê pê bilind bike.

Nerîman ku jê re dibêjin Pîlot Nerîman, li ser çêkirina balafira xwe ji Rûdawê re got, ev pêncemîn balafir e ku ez çêdikim. Ev balafira ku min ji bo Pêşmerge çêkiriye ji curê “Stol 701” e.

Nerîman ku di heman demê de pîlotiyê jî dike, da zanîn, dê balafira wî ya nû roja 18ê Adara îsal li Balafirgeha Herîrê li nêzîkî bajarê Hewlêrê di merasimeke fermî de were firrandin. Nerîman ji ber wê yekê agahiyên zêde li ser balafira xwe neda.

Wî pîlotê kurd ku li welatên biyanî jî perwerdeya çêkirina balafiran û pîlotiyê dîtiye, li ser karê xwe wiha axivî:

“Sala 2006ê min balafirek ji curê Stol 601 çêkir, ji ber wê yekê sala 2007ê ez bûm xortê salê. Min balafirek din jî çêkir ji curê Stol 701 û ew jî sala 2009ê xilas bû. Piştî wê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî gazî min kir. Ez yekemîn kes im ku li Kurdistan û Iraqê balafiran çêdikim. Hêza Asmanî ya Iraqê jî pêşwaziya min kir.”

Pîlot Nerîman got, firrîn xewna min ya zarokatiyê bû. Dema ez zarok bûm ez diçûm ser cihê bilind min xwe davêt xwarê. Rojekî mamostayekî min got, tu dê rojekî balafirê çêbikî. Min jî serê xwe pir êşand heta xewna min hat cîh.

Nerîman ku 24 sal in balafiran çêdike, sala 2009ê jî balafirek çêkiribû lê di dema taqîkirinê de balafira wî li nêzîkî Hewlêrê ketibû, ew bi xwe jî di bûyerê de birîndar bibû.

Rudaw
Top