• Sunday, 30 June 2024
logo

Fêdeyên “RÛNAS”ê binase

Gulan Media March 16, 2015 Corane
Fêdeyên “RÛNAS”ê binase


Rûnas: Gîyayek di nav zevî, mêrg û teraşên deverên heta bilindîya 2000 – 2300 m de şîn têt. Bejna wê 60- 150 cm bilin dibe. Gîyayek bêhnxweş lê tama wê hinekî tahlok û pêverişok e ( zeliqok). Sê cûreyên wê hene. Bandora hersêyan jî wek hev e. Di kevnar de Yewnan, Romayîyan, Medan û Asurîyan jibo dermanên cûrbecûr dixebitandin. Li hinek deverên Îngilistanê jibo penîr tê bikaranîn. Di nav xelkê Îrlanda de li dewsa qehwê tê vexwarin. Mixabin ev gîyayê bikêr û derman hatîye jibîrkirin. Lewre li gelek deveran gundî dibêjin: Ew gîyayek bêkêr û xusardar e. Di van salên dawî de ku nexweşîya Penceşêrê zêde bûye, jibo tedawîya penceşêrê tê xebitandin. Ji nûve dîsan qedrê wê tê zanîn û di TIB ê de cihê xwe yê layioq digire.

Berhevkirin û hişk kirin: Hewceye yên belgkesk bên berhevkirin. (Baştirîn ewe ku mirov bike selikan, anjî tûrikên cil ji ber ku naylon hewa nastînin û madeyên di hundirê gîyayan de xirab dibin. Ev jibo hemu awayên pincaran derbaz dibe) Bi qevdikên (destikên) zirav li cihek sîber û hewagir bên hilawistin (daliqandin). Piştî hişk bûn, hûrbikin û hinekî din jî li ser cilekê raxin û paşê bikin nav firaqên ku devê wan bê girtin. Bi vî awayî hûn dikarin dermanê xwe du salan biparêzin. Lê ya herî çêtir xebitandina gîyayê taze ye.

Kêrhatî û fayde: Jibo hemû cûreyên penceşêrê. 2- Jibo paqijkirina sîstema lenfan. Jibo paqijkirina xwîn, edava nava gurçik, mêlak, xalik ( fatereşk), hizarpitik
(pankires) û bermayên toksîka nava wan. Jibo nexweşîyên çerm, guatr û tîmoran bandorek erênî dike.

Karanîn: 1- Çay ê, 2-ava saf 3- melhem .

Çayê: Avê bikelînin, jibo her 150 ml avê 2 kevçîyên Rûnasa xişk an jî ter bavêjinê. 10 deqîqan di demê de bihêlin û paşê biparzinin û germe germ vexwin. An jî 2- kevçîyên Rûnasê bêxin nav 150 ml ava sar û 2- 4 seetan di demê de bihêlin, biparzinin û vexwin. An jî Rûnasê di avê de bikelînin, deh deqan bisekinin, paşê biparzinin û germegerm jibo guatr ê rojê 4- 6 caran xelxele bikin. Hûn dikarin her carê qurtekê ji wê ava xelxelê vexwin.

Ava saf: Rûnasê di mîkser anjî sîrkûtê de biherişînin, bigivêşin û paşê hinek ji wê ava saf bikin nav ava normal û vexwin. Hûn dikarin wê ava saf ji alîyê derva li ser çermê penceşêrbûyî û jibo guatirê li qirika xwe xin .

Melhem: 500 gr nîvişk (rûnê nehelandî yê, ji şîr çêdibe) bikin firaqekê, 4 kulmên Rûnasê bêxin nav heta kef bidet, tîyve bidin (lihevxin). Ku kef da, ji ser êgir hilînin û heta roja din bisekinînin. Dîsa germ bikin, biparzinin û bikin firaqan û di sarincokê de biparêzin. Li ciyê penceşêra çerm, guatr, û êşa hestîyên piştê xin. Her weha jibo qermîçûnkên rû jî başe. Jibo ravên (cihên derizî- kerî-kerî bûyî) piştî zayîna jinan melhem bandorek baş nîşan didet.

Jêder: Wikipedia
Xendan
Top