• Sunday, 30 June 2024
logo

Mijdên: Li Kurdistanê ji min re dibêjin xwe rût bike

Mijdên: Li Kurdistanê ji min re dibêjin xwe rût bike
Hunermenda kurd Mijdên, dibêje, hinek şîrketan jê re gotine xwe bi temamî rût bike lê wê wisa nekiriye.

Mijdên, ku li Hollandayê dijî, ji Rûdawê re got, li Başûrê Kurdistanê hinek şîrketan ji min xwestin di reklamên wan de bilîzim her wiha daxwaz dikin ku ez bi tevahî rût bikim.

Mijdênê anî ziman ku wê di klîpa xwe ya bi navê “Padaşt” de xwe rût kir ji ber ku ew klîp, kareke dîrokî bû û got, lê ez naxwazim di reklaman de xwe rût bikim û min heta niha daxwaza 3 şîrketan red kiriye.

Li gorî Mijdênê, karmendên şîrketên kurdî pir nêzîkî wê dibin û “daxwaza tiştên zêdetir” dikin lê xwediyên şîrketan baştir in û zêdetir ji bona kar nêzîkî wê dibin.

Mijdênê, ku li bajarê Silêmaniyê ji dayîk bûye, beriya niha xwe rût kiribû ji ber wê jî rastî rexneyên tûj hatibû.

Rudaw
Top