• Sunday, 30 June 2024
logo

Hemberî nexweşiyên zivistanê fêkî bixwin

Gulan Media February 15, 2015 Corane
Hemberî nexweşiyên zivistanê fêkî bixwin

Pispor ji bo xwe parastina ji nexweşiyên zivistanê hin xwarinan, bi taybet sebza û fêkiyan tewsiye dikin.

Ji nişka ve sarbûna hewayê rê li nexweşiyên wek şewba, serma girtin û bronşîtê diveke. Ji bo ji wan nexweşiyan xwe biparêzin divê hay ji xwarinên xwe hebin. Pispor ji bo xwe parastina ji nexweşiyên hin xwarinan, bi taybet sebza û fêkiyan tewsiye dikin.

Vîtamîna C dijî nexweşiyan pir girîng e; Vîtamîna C di îsota kesk, bexdenûs, roka, îspenax, kelerim, pirteqal, lîmon, mandalî û şîlanê de pir zêde heye.

Vîtamîna A antîoksîdaneke baş e; Vîtamîna A herî zê de di hêk, şîr, îspenax, pirteqal, îsota kesk, gêzer û mişmişê de heye.

Vîtamînên din ên pêwîst jî di findiq, gûz, behîv, sebzeyên kesk, tehîn û dexlan de hene. Çînko jî pêwîst e; Çînko di findiq, gûz, fistiq, şîrin pênir ê de hene.

Her wiha mast jî alîkariya xûrt bûna sîstema we ya parastinê dike. Hingiv li hemberî enfeksiyonan baş e.

Sîr û hinar jî dermanên sirûştî ên başin.

Xendan
Top