• Sunday, 30 June 2024
logo

Daxwaza vekirina dîsko li Başûr tê kirin

Gulan Media February 10, 2015 Corane
Daxwaza vekirina dîsko li Başûr tê kirin
Berpirsekî geştûguzarê li bajarê Silêmaniyê dibêje, ev dema salekê ye ti yaneyeke şevan li Silêmaniyê nemaye, lê niha dawakarî bo vekirina dîsko li xwaringeh û cihên geştyarî heye. Lê pisporên geştûguzarê dibêjin “kultûr û kevneşopî û nerît” nahêlin ev proje biserkeve.

Salên borî dema hevwelatî bi şevan diçûn navçeyên Serçinar û Qilyasan li Silêmaniyê, çend restorant didîtin ku ahengên şevê di wan de dihatin sazkirin. Lê bi biryara parêzgarê berê yê Silêmaniyê ew cih hatin girtin.

5 stêrk in û yaneyên şevê di wan de nîne

Di sala 2012 de, yekemîn mêvanxaneya brand li Silêmaniyê hat vekirin. Niha 6 mêvanxaneyên 5 stêrkî û 9 mêvanxaneyên 4 stêrkî li Silêmaniyê hene. Lê ne dîsko û ne yaneyên şevan di wan de nînin.

Rêveberê Giştî yê Geştûguzara Silêmaniyê Yasîn Feqe Seîd ji Rûdawê re got: “Li hemû hotelên Silêmaniyê dîsko û yaneyên şevê nînin, çimkî xwediyên hotelan naxwazin wan vekin.”

Komeleya Hotel û Restorantan û Desteya Geştûguzarê û Rêveberiya Giştî ya Geştûguzara Silêmaniyê, çend pêşniyar dane Wezareta Şarevanî û Geştûguzarê bi armanca danîna mercan û awayên rêdana çalakiyên geştyarî yên nûjen mîna (dîsko, semageh, gazîno, ahengên stran û muzîkê, senterên mesaj û yaneyên şevê.)

Yasîn Feqe Seîd got ku bi armanca vejandina sektora geştyarî û alîkarîkirina xwediyên cihên geştyarî da ji kirîza aborî rizgar bibin, ew pêşniyar hatine kirin da li gorî rênimayiyên taybet hemû restorant û hotel bikarin ahengên stran û muzîkê saz bikin û semageh û dîsko û senterên mesajê vekin.

Rêveberê hoteleke Silêmaniyê Tiwana Mihemed dibêje, ji hêla geştûguzarê vekirina dîsko û yaneyên şevê nebûne merc ji wan re: “Me jî nedixwest em van cihan vekin, em tenê xwarin û vexwarinê pêşkêş dikin. Mesaj jî li ba me heye, lê ya mêr û jinan cuda ye.”

Yaneyên şevê çima hatin girtin

Salên borî, li hinek restorantên Serçinar û Qilyasan yaneyên şevê hebûn ku jinan di wan de kar dikir. Lê piştre ji ber derketina çend bûyerên şer û kaosê, ji hêla komîteya ewlekarî ya Silêmaniyê hatin girtin.

Yasîn Feqe Seîd dabaşa wan restorant û cihên xwarin û vexwarinê kir ku li wan navçeyan hebûn û got: “Ji ber pirbûna hejmara geştyarên ereb û îranî, pêşniyar kirin ji bilî xwarin û vexwarinê, stranbêjan bînin û li ser dikê semakirin jî hebe. Me jî qebûl kir lê bi şertê ku semaker ji ser dikê danekevin û tevî mêvanan nebin. Lê li piraniya cihan binpêkirin hat kirin û dûre komîteya ewlekarî karkirina jinên ereb û biyanî li wan cihan qedexe kir.”

Berdevkê Rêveberiya Polîsên Silêmaniyê Serkewt Ehmed behsa sedemê girtina yaneyên şevê ji Rûdawê re kir û got: “Şer û pevçûn û qerebalixî li wan peyda dibû, lewma hatin girtin.”

Mesaj bi şert

Salên borî, ji bilî hotelan, li çend cihên din senterên mesajkirinê hebûn. Lê Rêveberê Giştî yê Geştûguzara Silêmaniyê Yasîn Feqe Seîd diyar kir ku li gorî rênimayiyên Desteya Geştûguzarê niha tenê di nava hotelan de senterên mesajê dikarin bên vekirin: “Nexasim di hotelên 4 û 5 stêrkî de azad in di vekirina van senteran de.”

Cihê dîsko tune

Gelek pisporên geştyarî dibêjin eger cihên taybet bo dîsko yan yaneyên şevê bên vekirin, ji hêla civakê nayên qebûlkirin.

Serokê Beşê Geştûguzarê li Zanîngeha Silêmaniyê Yûnis Elî dibêje ku dawakarî bo vekirina dîsko heye û hin kes hene dixwazin dema xwe li cihên dîsko derbas bikin, lê got di civaka Kurdistanê de kultûr rê nade tiştekî wisa:

“Heta niha xelkê bi hûrbînî wateya geştyariyê fam nekiriye. Eger yaneyên şevê û dîsko bên vekirin, bêguman dê kêşeyên civakî peyda bibin.”

Rudaw
Top