• Sunday, 30 June 2024
logo

Akon alîkariyan ji malbatê şehîdên Pêşmerge re kom dike

Gulan Media February 6, 2015 Corane
Akon alîkariyan ji malbatê şehîdên Pêşmerge re kom dike
Biryare di Adara îsal de, stranbêjê amerîkî Akon serdana Hewlêrê bike û dê ahengekê li darbixe, dahata ahengê jî dê ji bo malabatê şehîdên Pêşmerge be.

Stranbêjê navdar ê amerîkî Akon aşkere kir ku, ewê serdana Hewlêrê bike û li yarîgeha Franswa Herîrî ahengekê lidarbixîne ku, dahatê wê bo malbatên Pêşmerge ye.

Di dîmeneke vîdyoyî de ku li ser tora civakî ya Facebookê belavbûye, têde Akon radighîne ku, ewê di meha Adara bê de serdana bajarê Hewlêrê bike û li yarîgeha Franswa Herîrî ahengekê li darbixîne ku, dahata wê ji bo malbatên şehîdan be.

Rêvebirê operêşina şirketa Babilyonê, Nûr Matî ji BasNewsê re got: “Di meha Adara bê de, Akon dê were bajarê Hewlêrê û konsêrtekê lidarbixîne ku, dahata wê ji bo malbatên Pêşmergeyan be.”

Nûr Matî diyar kir ku “Spasya Dezgeha Ruwange dikin ku, hewileke pir daye ji bo rêxistina vî karî û tekez jî kir ku, ev karekî mezine, çûnkî cara yekê ye stranbêjekî navdarê Amerîkî li Hewlêrê konsêrtekê li dardixe.”

Basnews
Top