• Sunday, 30 June 2024
logo

Tolik çerm paqij dike

Gulan Media February 1, 2015 Corane
Tolik çerm paqij dike

Tolik gîhayeke çolê ye li hemû werzên sale çê dibe û li hemû welatên erebî û Ewrupayê jî tê çandinê, ji serdema kevin de jî hatiye naskirin û weku dermanek gelêrî hatiye bikaranîn, Yunaniya jî ji kevin de weku xwarin û derman bikar anîne.

Fêdeyên Tolikê jî evin:

1- Ji bo nexweşiyên dil û mirov ji hişkbûna boriyên xwînê diparêze.
2- Rêjeya Kolîstrolê rêk dixe û dadixe di bedena mirovî de.
3- Tansyona xwînê (fişara xwînê) dadixe û rêk dixe.
4- Belxemê davêje.
5- Koxikê çareser dike û mirov ji pêketina sermayê diparêze.
6- Ji bo edabên qirikê û dev dermane.
7- Ji bo mîzkirinê başe.
8- Çermê mirov paqij dike.
9- Kulîlka Tolikê jibo êşa gurçik û depoya mîzê û êşa aşikê bi sûde.
10- Êşa zimanê biçûkê rihet dike.
11- Kulbûna dev û qirikê çareser dike.
12- Pelên wê mirov ji kulbûna çerm diparêze.
13- Ji bo pîskolojiya mirov gelekî bi kêre û bêhna mirovî vedike.

Jibo ku mirov ji van hemû nexweiyann bê parastina dive tolikê bixwe, Tolik tamekî xwe ya xweş heye û çêkirina xwarina wê jî gelekî hêsane tenê hûr bike û pîvazekê jî hûr bike û di nava zêytê de sor bike û li gel tasek dew yan jî mast gelekî xweşe… efyet be û nuşucan be.

Xendan
Top