• Sunday, 30 June 2024
logo

Li Sine yekemîn weşanxana wergera kurdî

Gulan Media January 21, 2015 Corane
Li Sine yekemîn weşanxana wergera kurdî
Bi mebesta pêşxistin û baştirkirina rewşa zimanê kurdî li Rojhilatê Kurdistanê, yekemîn weşanxana wergera zimanê kurdî hat damezrandin.

Weşanxana Wergerê ya Hojîn ku li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê hat vekirin, ji aliyê rêveberiya tomarkirina belgeyên fermî û rêveberiya rewşenbîrî ya Îranê moleta fermî ya kar wergirt.

Rêveberê Weşanxana Wergerê ya Hojîn Kemal Tahirnijad ragihand: “Bi armanca dewlemendkirina pirtûkxana kurdî û pêkanîna navendekê bo kesên ku ji demeke dirêj ve di warê wergerandinê de kar dikin, me ev weşanxana wergerê damezrand.

Tahirnijad berdewamî da axaftina xwe û got: “Eger em budceyekê werbigrin an piştevaniyeke me ya mewdanî û aborî hebe, em dikarin karên berçav ne tenê li ser asta Îranê, lê li ser asta cîhanê jî encam bidin û xizmeteke herçend biçûk, lê giring bo gelê xwe û pirtûkxana kurdî bikin.”

Rêveberê Weşanxana Wergerê ya Hojîn Kemal Tahirnijad behsa wê yekê kir ku mixabin ta niha zimanê kurdî nebûye zimanekî zanistî, lê got:

“Ev nayê wateya ku zimanê kurdî nikare bibe zimanekî zanistî, lê ta niha kar li ser vî zimanî nehatiye kirin. Lewma emê hewl bidin bêhtir guh bidin kar û berhemên zanistî.”

Rudaw
Top