• Sunday, 30 June 2024
logo

Huseyîn Zahawî…

Gulan Media January 14, 2015 Corane
Huseyîn Zahawî…
Yek ji amûrên sereke yên ku kurd wek kevneşopiya xwe dibînin def e. Di qada civakî ya kurdan de def xwedî cihekî grîng e. Amûra ahenga şahiya civatan û dengê zikir û sermestiyê ye def. Di demên beriya ku kurd bi modernîzma hevdem têkildar nebûbûn de, di germa havînan de derwêş gund bi gund digeriyan û bi efsûniyeke veşartî tiliyên xwe yên ku ji defjentinê bûne şaraza, li gilovera ku di nav destên wan de diçû dihat dixistin. Ahenga dengê def û kilamên derwêşan nîşaneyên newayên kurahiya dîrokê bûn.

Tişta ku def di nava kurdan de derdixe pêş ev e; def amûreke neteweyî ya kurdane û li tu cîhekî din def wek defa ku kurd bikar tînin nayê bikaranîn. Koka defjeniyê di nav kurdan de diçe beriya Zerdeştiyê. Bi serdestiya îslame re li Kurdistanê, weke hemû amûrên muzîkê def jî tê qedexekirin. Lê wek hin edet û baweriyên beriya mislimantiyê, bi hin guhertinên biçûk dikeve nav baweriya îslamê jî.

Li cîhanê yek ji defjenên herî navdar ê kurd Huseyin Zahawî ye. Zahawî bi hunera xwe dewlemendiya bingeha muzîka kurdî derdixe der û her pêş ve dibe, di qada navnetewî, platform û akademiyê de pêşengtiya danasîna hunera kurdî dike. Zahawî pirî cara li ser dikê bi defa destê xwe ya ku ji jentinê dilerize re pêwendiyek hestiyarî datîne. Wek derwêşên di tekiyan de ketibin halê transê, ji xwe diçe û diricife. Zahawî dibêje ku; def amûreke dînamîk e, ji ber wê hêsta ji hûndirê mirova tê û dikeve ser defê. Ku ez defê dijenînim bi wê re dibim yek. Zahawî di derbarê siyasetê de jî dibê ku ‘ez ji siyasetê hez nakim, siyaset ji bo siyasetmedaran e huner jî bo hunermendan’

Tu dikarî xwe bi me bidî nasîn?

Ez bi eslê xwe ji bajarê Xaneqînê me. Nêzikî 25 salan e li Londonê dijîm û 20 sal in jî karên hunerî dikim. Li gel gelek hunermendan bi profesyonelî karê muzîk û lêxistina amûra defê dikim. Ew hunermendan ji çar perçeyên Kurdistanê û hunermendên alemî ne. Di festîvalên Emerîka, Ewropa, Kore û bi dehan welatên din de em bi hev re dixebitin. Min di projeya Trio Mara de jî cîh girt. Sakîna xanim li Elmanya’yê bi min re têkilî danî. Ez gelek kêfxweş bûm ku li gel wan, di nava xebateke wiha de cîh bigrim. Tecrûbeyeke başbû ku ez bi sê xanimên kurd yên ji Kurdistana Bakûr û Kurdistana Ermenistanê re xebitîm.

Te çawa dest bi lêxistinê defê kir?

Bi rastî kes tûnebû ku defê fêrî min bike. Min tu wane ji kesî nestandî ye. Min xwe xwe fêr kir. Defjenên cûr bi cûr hebûn û tesîra wan li ser min hebû. Bi taybetî mamoste Bijanê Kamkar bandorek mezin li ser min kir. Tesîra wî li ser şêwaza defjeniya min jî kir. Helbet di hêla fêrkirinê de tu kesî wane neda min.

Ji bo defê tê gotin ku amûra resen ya netewa kurd e, tu çawa li defê dinêrê?

Her miletên li dinyayê bi amûrên xwe yên teybet hene. Di muzîka kurdî de şêweya lêdanê xweser e û amûr jî her wiha resen in. Tu wê amûrê li cem mileteke din nabînî. Bomînak, di nav ereban de jî def heye lê defa wan li gor ya me gelek cihê ye. Yek ji alî arşîtekt cihê ye, yek jî ji alî jenînê de cihêtî heye. Di nav kurdan de def bi feqî û dewrêşan de destpêkirî ye. Li nav her miletî de amûrên resen yên wan hene, din av kurdan de jî amûra herî balkêş û resen def e. Def li hemû parçeyên Kurdistanê tê lêdan. Hetanî çend sal berê li Başûr def kêm hebû. Ez çend caran hatim Diyarbekirê, li vir defjen kêm hebûn lê niha gelek zêde bûye.

Di nava parçeyan de cihêtiya jentina defê heye?

Na, di nav parçeyan de ciyawaziyeke berbiçav nîne. Meriv dikare bibêje ku li Kurdistana Rojhilat, bi taybetî li bajarê Sînê defjeniyek serkeftî heye. Bajarê Sînê bajarekî tekiye, xaneqaya qadirî ye, bi vê re girêdayî defjeniyeke gelek baş heye. Di heman demê de ev mintiqe navenda baweriya ehlî heq e û bê guman bandora wê jî heye. Lê meriv dikare wiha bibêje; bêyî hin cihêtiyên biçûk tu ferq di nava parçeyan da nîne.

Def bi piranî bi dewrêş û feqiyan tê zanîn û felsefeyek wê heye. Tu dikarî ji bo felsefeya defê çi bibêjî?

Def di nav tekiya û xaneqa de gelek tê bikaranîn. Di nav sofiyan de amûreke gelek pîroz e. Di merasîmên ku dikin de rolekî wê ya gelek berbiçav heye. Girîngbûna we ne karê salek û du sala ne, nêzikî hezar salan ev wiha ye, hezar sal e di nav tekiya û xaneqên kurdan de heye. Kulturek gelek dewlemend e, koka wê digihîje gelek cîhê kûr. Kurdên me yên Îranê li ser felsefeya defê di ser 50 pirtûkî re berhem nivisîne.

Di pêşerojê de tû dê çi xebatan bikî?

Gelek pirojeyên min hene. Ez bi gelek hunermendên navcîhanî re dixebitim. Em di festîvalên navdewletî de bi hev re kar dikin. Lingekî min di nav kurdan de ye, yê din jî di nav cîhanê de ye. Hem bi hunermendên kurd, hem jî bi hunermendên alemî re kar dikim. Li Londonê dijîm lê gelek caran sefer dikim cîhê din yên dinyayê, bo hunerê. Ew xebatên min wê di pêşerojê de jî berdewam bibe. Ez diçim Kurdistana Başûr, di heman demê de çend caran hatim Kurdistana Bakûr. Li Diyarbekirê beşdarî festîvalê bûm. Ku derfet hebe ez karibim carek din werim ezê gelek kêfxweş bibim.

BasNûçe
Top