• Sunday, 30 June 2024
logo

Li Amedê yekem rojnameya kêmendaman derçû

Gulan Media January 9, 2015 Corane
Li Amedê yekem rojnameya kêmendaman derçû
Dibêjin: “Dema em bi serê xwe diçin alîkarî ji dezgehên dewletê yan jî ji yên herêmî dixwazin, em rastî gellek astengiyan tên, lê dema em bi rojnameyekê van pirsgirêkan bînin rojevê, wê ev pirsgirêk hêsantir bêne çareserkirin” û bi vê mebestê li Amedê dest bi derçûna yekem rojnameya kêmendaman ‘Engelsiz Yaşam’ an jî ‘Jiyana Bêasteng’ dikin.

Bandora rojnameyê bêtir e

Esra Dede, saleke berê ji Îzmîrî hatiye Amedê û li gel hevaleka xwe li Amedê hewl dane ku alikariya malbatên xizan ên ku neferên wan ên kêmendam hene bikin. Di destpêkê de ji bo alîkariyên piçûk tevdigerin, lê di nav demê de têdigihîjin ku ew bi van alîkariyên piçûk nikarin piştgiriyên mezin bidin kêmendaman; lewre ji % 13’ê gelheya Tirkiyeyê kêmendam in û li gor bajarên din ên Tirkiyeyê rêjeya kêmendaman li amedê û li bajarên din ên herêmê hin bêtir e û bi ser de jî li Amed û bajarên din ên herêmê piraniya van kêmendaman ji çîna xizanan in. Ev rewş di serê wan de ramanên hewlên şêweyên cûda didozîne û di dawiyê de biryar distînin ku rojnameyeke kêmendaman ku hem pirsgirêkên kêmendaman tîne rojevê û hem jî dikare bandoreke mezintir li ser civakê û sazî û dezgehên civakî û fermî bike. Esra Dede, sedemê hatina xwe ya Amedê û pêvajoya heta derçûna yekem rojnameya kêmendaman wiha tîne ziman:

“Li gellek deverên Tirkiyeyê û li Îzmîrê nêzîkî 3 salan, min ji kêmendaman re xizmetê kir. Piştî çend hatin û çûyînên min ên Amedê, min bala xwe dayê ku li vê herêmê, di derbarê hêsankirin û xizmetdayîna kêmendaman de kêmasî gellek zêde ne. Carek, du car, tenê ji bo alîkariya hin malbatên ku zarokên wan kêmendamin ez dihatim Amedê û piştî hefteyek an du hefte ez vedigeriyam. Lê, salek berê dema ez hatin, em pir êşiyan; lewre me bala xwe dayê ku malbat û kesên ku bi vê pirsgirêkê re rû bi rû ne pir in û alîkarî ji me dixwazin. Bêguman alîkariya kêmendaman tenê alîkariya aborî nîne. Derbasok, rê, tuwaletên kêmendaman û gellek tiştên din hene. Bi kurtasî jiyana derve ji bo kêmendaman pir zor e û ev bi saya dezgehên fermî û civakî û bi hestiyarbûna gel dikare bêne hêsankirin”


Esra Dede diyar dike ku civak ji pirsgirêkên kêmendaman ne haydar e û ji ber vê yekê di vê babetê de civak pirsgirêkên kêmendaman tênagihîje. Dede, dide zanîn ku ji ber vê sedemê wan ji xwe re gotiye: “Ger em rojnameyekî derxînin emê dikaribin di vê babetê de bandorek erênî bikin da ku hestiyariyeke giştî peyda bibe” û dest bi xebatên rojnameyê kirine. Dede, diyar dike ku bi ser rojnameyê ve ew dikarin xwe bigihînin pir kes û aliyan û dide zanîn ku bi zêdebûna tîraja rojnameyê re, bi pereyên ku ewê ji rojnameyê bikeve destê wan, wê dikaribin bêtir alîkariya malbetên xizan ên ku neferên wan ên kêmendam hene bikin.

Wê rojname bi kurdî û tirkî be

Esra Dede, bi bîr dixe ku li gor plansaziya ku kirine wê rojname bi kurdî û tirkî bûya, ji ber ku hin pirsgirêk derketine pêşberî wan, ew negihîştinê ku di hejmara yekem de kurdî derbixin, lê belê ji hejmara duyem bi şûn ve ewê rojnameyê bi kurdî û tirkî derbixin. Dede, di derbarê têkilliya wan a bi komeleyên kêmendaman ên ku li Amedê xebatan dimeşînin de diyar dike ku di hin mijaran de ew bi wan re têkiliyan digeşînin, lê belê ew bêtir dixwazin bi serê xwe xebatan bimeşînin. Esra Dede axaftina xwe wiha bi dawî dike: “Em pê bawer nakin ku komeleyên kêmendaman dikaribin bi serbestî xebatên bi rêk û pêk bimeşînin. Em ji xwe bawer dikin. Emê karê xwe hêdî hêdî bimeşînin, lê belê emê li ser bingeheke pihêt bimeşînin û emê roj bi roj mezin bibin û çareseriyên berfireh bînin rojevê. Dema em bi şêweyeke berfirehtir pirsgirêkên kêmendaman bînin rojevê û li ser sazî û dezgehên fermî û civakî û li ser gelemperiya civakê bandora hestiyariyeke baş pêk binin, wê gavê emê rola xwe bi cih bînin. Armanca me ya sereke peydakirina hestiyariyê ye. Lewre pirsgirêka herî mezin a kêmendaman alîkariya aborî nîne. Kêmendam ji civakê û ji dezgehan hurmetê dixwazin û naxwazin weke parsekan bêne dîtin. Berovajî; dixwazin rewş û karên ku dikarin şarezayiyên xwe yên veşarî pêk bînin bêne peydakirin. Ger ku derfetên pêkanîna şarezayiyên xwe bi dest bixin, wê gavê hewcedariya wan bi alîkariya aborî jî namîne.”

Basnews
Top