• Sunday, 30 June 2024
logo

Mihricana Kurtefîlmên Kurdî destpêkir

Gulan Media January 8, 2015 Corane
Mihricana Kurtefîlmên Kurdî destpêkir

5'emîn Mîhrîcana Kurtefîlmên Kurdî ya Yilmaz Guney bi dirûşma "Şengal şemala cîhanê ye" yên di navbera 6-11'ê çileya 2015'an de pêktê bi eleqeyek mezin dest pê kir.

5'emîn Mîhrîcana Kurtefîlmên Kurdî ya Yilmaz Guney bi dirûşma "Şengal şemala cîhanê ye" yên di navbera 6-11'ê çileya 2015'an de li Êlihê bi tevlîbûn dehan kesan dest pê kir. Mihrîcanê bi rêzgirtinê dest pê kir. Di bernameyê de ewil Pirê êzdiyan Pir Hemo axivî û ji ber xwedî derketinê spasî li hemû kesî kir û diyar kir ku bi xwedîderketinê dît ku gelê kurd tenê nîn e.

Derhênerê Zeynel Dogan jî diyar kir ku gelê kurd bi wêşandina filmên kurdî dê rastiya civaka xwe bibîne. Dogan anî ziman ku çanda gelê kurd her tim hatiyê tunekirin lê niha çand û hûnera civaka kurd hemû cîhan nas dike.

Hevşareda Êlihê Gulîstan Akel jî wiha axivî: "Ji ber ku ji dîrokê heya niha gelê êzdî tê qetilkirin, talankir û îsal disa Şengal bi destê desthilatdaran hat talan kir. Ji ber vê yekê me mihricana xwe diyarî gelê Şengalê kir. Bila baş bê zanin ku di dîroka mirovahiye de komkujiyên Şengalê her dem dê di bira mirovan de be."

Mihrîcan bi pêşandana kurtefilmê bi navê "Welatê min Kurdîstan e" bi dawî bû û mîhîrcan berdewam dike.

Xendan
Top