• Sunday, 30 June 2024
logo

Yekem markeya cilûbergên Kurdî

Gulan Media January 4, 2015 Corane
Yekem markeya cilûbergên Kurdî

Karsazê Kurd Omer Yeter yekem markaya cilûbergan ya bi Kurdî bi navê Bêrîtan vedike. Yeter dibêje ku di mijara kwalîtî de wê ti gotin neyê ser wan û ew dê bi hêjayî navê cilûbergên Kurdewarî xizmetê bikin.

Karsazê Kurdê Semsûrê Omer Yeter biryar da ku yekem markaya cilûbergan ya bi Kurdî çêbike. Yeter di sala 2009’an de destpêkê li Besniya Semsûrê dest bi karê çêkirina cilan kiriye. Piştire berê xwe daye Dîlokê û dibêje ku wê ti alîkarî an jî piştgirî ji ti cihekî wernegirtiye.

Omer Yeter radigehîne ku di warê geşedana aborî de bajarên Kurdan li gor bajarên din paş de mane û lewma w’i biryar daye ku karê xwe li Kurdistanê damezrîne û pêş de bibe. Li ser vê armancê bi alîkariya xizmekê xwe ku ew bixwe jî karmande û li Ewropa dimîne, dest bi vê karê kirine.
Omer Yeter dibêje;

”Me wiha hizir kir ku divê Kurd bixwe jî bibin xwedanê alavên bi markaya Kurdî. Ji ber vê me xwest em di vê warî de pêngavekê biavêjin û ev jî bibe çirûskek bo hemû kesan. Lewma me biryar da yekem modela bi Kurdî ya bi navê Bêrîtan ava bikin.”

Karsazê Kurd diyar dike ku navê Bêrîtan navê eşîra wî ye û wiha pêde diçe;
”Di warê kualite de em pir hestyarin. Wê di vî alî de ti gotin neyên ser navê me. Emê bi şayanê navê Kurdî xizmet bikin.”

Yeter dide zanîn ku ew dixazin li 20 bajarên Bakûrê Kurdistanê 100 navendên firoşgehan vebikin û heman demî de binkeyên xwe li bajarên Başûrê Kurdistanê, Hewlêr, Silêmanî û Dihokê jî vekin. Omer Yeter dibêje ku ji bo li Rojhilatê Kurdistanê binkeya cilên Kurdî Bêrîtan vebibe wan serlêdan kirine.

Di dawiya axavtinên xwe de karsazê Kurd Omer Yeter amaje bi wê yekê dike ku ew dixwazin bi karê xwe ji bo gekê Kurd bibin serbilindî.


Basnews
Top