• Sunday, 30 June 2024
logo

Hewlêr û Enqere bi hev ve tên girêdan!

Gulan Media December 27, 2014 Corane
Hewlêr û Enqere bi hev ve tên girêdan!
Hat zanîn ku hikûmeta Tirkiyeyê dixwaze rêya trênê heta ser sînorê Başûrê Kurdistanê jî bîne, eger li Başûr jî xeta trênê bê çêkirin dê Bakur û Başûr bi hev re bên girêdan.

Li gorî rojnameya Starê ya Tirkiyeyê, ku rojnameyeke nêzîkî hikûmetê ye, saziya Rêyên Hesinî ya Tirkiyeyê (TCDD) di sala 2015an de planek daniye ku rêya Trêna bi Lezatiya Bilind (YHT) ji paytext Enqereyê heta Bakurê Kurdistanê û ji wir jî heta ser sînorê Başûrê Kurdistanê bide çêkirin.

Li gorî nûçeya Starê, ev projeya mezin 5 milyar lîre (derdora 2.5 milyar dolar) jê re hatiye terxankirin.

Di nûçeyê de hatiye gotin ku Wezareta Geşedanê ya Tirkiyeyê mijûlî danîna plana wê ye ku rêya trêna bi lezatiya bilind ji Nisêbînê re derbasî Cizîrê bike û ji wir jî bi sînorê Xabûrê yê di navbera Başûr û Bakur ve girêbide.

Vêca eger Hikûmeta Herêma Kurdistanê li aliyê Başûr hêla trênê bide çêkirin wê çaxê xeta Başûr û Bakur bi hev re tên girêdan û wê demê rêwî dikarin ji Enqereyê li trênê siyar bibin û yekser derbasî Hewlêrê bibin!

Li gorî plana hikûmeta Tirkiyeyê, xeta trênê ya bi lezatiya bilind dê ji Enqereyê derbasî bajarên Bakurê Kurdistanê yên mîna Dîlok, Riha û Amedê bibe.

Rudaw
Top