• Sunday, 30 June 2024
logo

Zanîngeha Wanê destnivîsên Kurdî berhev dike

Gulan Media December 7, 2014 Corane
Zanîngeha Wanê destnivîsên Kurdî berhev dike
Enstituya Zimanên Zindî ya Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê ji bo ku berhemên Kurdî yên destnivîsên kevin derxe holê dest bi xebatan kir. Enstituya navbirî 2 sal berê hat avakirin û niha li Tirkiye, Rûsya, Îran û Iraqê xebatan dike ku berhemên Kurdhi yên desnivîsên kevin derxe holê.

Rêveberê Enstituya Zimanên Zindî ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê Doç. Dr. Vecîhî Sonmez ragehand ku di zanîngehê de avakirina Şaxa Makezanista Çand û Zimanê Kurdî gaveke gelekî girîng bû û ev şax niha li ser ziman û edebiyata Kurdî xebatên hêja dike. Sonmez got ku 11 jê ji Iraqê bi giştî 120 xwendekar li enstituyê perwerdeyê dibînin.

Sonmez wiha axivî: “Me demek berê berhema Mele Xelîlê Hizanî wek pirtûk amade kir û em hêvî dikin ji bo xebatên Kurdî di pêşerojê de ew berhem bibe alîkar. Ji xeynî vê him em û him jî enstituyên din dixebitin ku berhemên Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Şemsedînê Xelatî û yên din bi hûrgilî derkevin holê. Di dîrokê de ji bo ku ev berhem dernekevin pêş bi zanetî an ne zanetî hewl hatine dayîn. Niha bi saya van enstituyan li ser ziman û edebiyata Kurdî xebat zêde bûne.”

Sonmez da zanîn ku ew hewl didin pirtûkxaneyan jî ava bikin û wiha pêde çû: “Em ji bo pirtûkxaneyan jî ava bikin dixebitin. Ji bo vê pêşiya me vekiriye û pêşeroja me jî ronahî ye. Em ji welatiyan piştgiriyê dixwazin. Yên ku di destên wan de berhemên kevin hene bila alîkariya me bikin.”

Sonmez got ku xwendekarekî wan li ser berhemên Kurdî yên di pirtûkxaneya bajarê Kirmanşaha Rojhilatê Kurdistanê de dixebite û axaftina xwe wiha qedand: “Me hevalekî xwe rasipard ku lêkolînê bike. Eger li wir berhemek dît ew dê wan fotokopî bike û ew berhem wê li pirtûkxaneya vir de jî cih bigre. Hê di destê me de xebatek wiha tunebe jî em ji bo vê dixebitin. Welatiyên me yên ku di malên wan de berhemên Kurdî hene jî bila wan bidin me ku em li ser xebatan bikin û ew berhem derkevin holê.”

Basnews
Top