• Wednesday, 17 July 2024
logo

Jinên Pêşmergeyan diçine Dubaîyê

Gulan Media December 6, 2014 Corane
Jinên Pêşmergeyan diçine Dubaîyê
Fîlmekî derhênerê kurd Kameran Batasî beşdariyê di Festîvala Sînemayî ya Dubaîyê de dike, ku ew fîlmekî hevbeş e, di navbera wî bajêrî û Kurdistanê de.

Batasî derbarê vê yekê ji Rûdawê re ragihand: “Şeva Dirêj navnîşana vî fîlmî ye, ku ji berhemhênana Rêveberiya Sînemaya Duhok û Dubeyê ye û ji derhênan û sînaryoya min e. Her yek ji Rûgeş û Ravo Şerîf rola sereke di fîlm de dibînin.”

Kameran Batasî çîroka vê fîlmê eşkere kir û got: “Di 14 xulekan de ev fîlm behsa çîroka jina pêşmergeyekî dike ku sala 1977ê li Îranê dibe penaber. Çîrok behsa bela û êşa jinên pêşmergeyan dike, dema mêrên wan diçine eniyên şer û ew jî bi xwedîkirina zarokên xwe mijûl dibin.”

Ev fîlm hatiye vexwendin bo Festîvala Sînemayî ya Dubaîyê ku biryar e di nîva meha bê de, bê lidarxistin.

Rudaw
Top