Birca Bizinan û eleqeya tûrîstan
Li Diyarbekirê ji mekanên ku herî zêde bala tûrsîtan dikşîne yek jî Birca Bizinê ye. Wisa tê texmînkirin ku Birca Bizinê ya li Sûr a navçeya Diyarbekirê herî kêm 7 hezar salî ye. Lewra Sûrên Diyarbekirê bi taybetiya dirêjahî û meziniya xwe piştî Sûra Çînê li seranserê dinyayê di rêza duyemîn de cih digre. Li ser Bedena Diyarbekirê gelek birc hene û ji van yek jî birca bizinê ye.
Birca bizinê di dema Romayên Rojhilat de li ser zinarekî ku bilindahiya wî bi qasî 100 mêtroyî ye wek perestgeh hatiye avakirin û di dema Şemsiyan de jî hatiye bikaranîn. Birc di dema Merwaniyan de jî beşdarî sûrên Diyarbekirê hat kirin û di sala 2004an de jî bi destê Wezareta Çand û Tûrîzmê ve hat restorasyonkirin û ji tûrîstan re hat vekirin.
Li ser sûrên Diyarbekirê 76 birc hene û birca Bizinê jî ji vana yek e. Niha di qata jêr a birca bizinê de amûrên diyariyê tên firotin û li ser bircê jî ziyaretvan dikarin li bergeha Pira Deh Çavî, Kirklar Dagi û Baxçeyên Hewsêlê binihêrin û çaya xwe vexwin.
Hîndekarê Beşa Hunerên Xweş a Fakulteya Perwerdehiyê ya Ziya Gokalp a Zanîngeha Dîcleyê Doç. Dr. Îrfan Yildiz daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku herî zêde ev birc ji aliyê tûrîstên xwemalî û biyanî ve tê ziyaretkirin.
Yildiz axaftina xwe wiha domand: “birca Bizinê di dema Romayan de li rojhilatê Taxa Deriyê Mêrdînê li ser zinarekî hat avakirin. Birc paşê hilweşîya û di navbera salên 1030 û 1038an de bi emrê serokê Merwaniyan Ebû Nasir Ahmet ve hat temîrkirin.”
Wateya wê “cihê ku qîz lê dimînin”
Nivîskarê lêkolîner Mehmet Alî Abakay jî destnîşan kir ku navê bircê bi rastî Birca Keçikan e lê ji ber “keçi” bi tirkî tê meneya “bizin” ê di nav gel de bi vî navî tê zanîn.
Basnews