• Sunday, 30 June 2024
logo

Kargeha Zêr a Rojhilatê Kurdistanê dest bi kar kir

Gulan Media November 16, 2014 Corane
Kargeha Zêr a Rojhilatê Kurdistanê dest bi kar kir
Mezintirîn navend û kargeha berhemanîna zêr a Rojhilata Navîn ku li bajarê Tîkab ê ser bi parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê ye dest bi karê xwe kir. Bi destbikarbûna kargehê asta berhemanîna zêrê Îranî du qat zêde kiriye û gehiştiye 5 ton û nîv di salekê de.

Ev kargeha girîg a zêr di demekê de li Rojhilatê Kurdistanê dest bi karê xwe kir ku ji aliyê berpirsê kargehê ve hemû karkerên Kurd û yên cih ku nêzîka 300 kesan bûn, ji kar hatin avêtin û ji navçeyên din ên Îranê karkar hatin wergirtin.

Li gor medya Îranî, di demekê de ku mezintirîn kargeha zêr a Rojhilata Navîn li Tîkab e û çendîn çavkaniyên jêr erdê, eserên dîrokî û kevnare lê hene û cihekî maqhul e ji bo sektora aborî û geştyarî lê were pêşxistin, lê belê wek yek ji hejartirîn navçeyên Rojhilatê Kurdistanê tê naskirin.

Kargehan zêr sala 2010’ê di jêr çavdêriya Artêşa Pasdarên Îranê de dest bi kar kir. Li gor axaftinên wan karkerên ku ji kar hatine dûrxistin ji herdu gundên Zereşiwan û Helûçî ne, ew destkefta han şanaziyeke bo hikûmeta Tehranê ji xeynî pirsgirêk û astengan tu fêdeyeke wê nagihe xelkê navçeyê.

Zêdeyî 200 karkerên din ên Kurd par ji kargeha hesin a Qure hatine derxistin û nerazîbûna nîşan dan, lê belê radeyarên Îranê guhê xwe nedan wan. Herçiqas bajar û bajarokên Rojhilatê Kurdistanê di warê bêkarî de di rêza yekem û duyem de ne, hewqas kargeh û navendên berhemanînê li wan hatine vekirin û karker û pisporên ji xeynî Kurdan wan birêve dibin.

Basnews
Top