• Saturday, 23 November 2024
logo

Messiyê Kerkûkê gehişte Îtalya

Gulan Media November 9, 2014 Corane
Messiyê Kerkûkê gehişte Îtalya
Lîstikvan Messiyê Kerkûkê ji bo li Îtalya perwerdê bibîne ber bi bajarê Mîlano bi rê ket û dê mehekê were perewrdekirin û piştre dê klupeke Îtalya girêbestê ligel îmze bike.

Di vê derbarê de, Reza Kakeyî ku yek ji mirovên Messiyê Kerkûkê ye ji BasNewsê re got: ‘‘Piştî belavbûna çend nûçeyan liser Messiyê Kerkûkê li Îtalya, peywendî bi Messi re hat kirin ji bo biçe wî welatî bi armanca dîtina perwerdê bo heyama mehekê. Îtalî bi rêya torên medya civakî ji karîna wî piştrastbûn û piştre peywendî ligel lîstikvanekî qedîm ê Kerkûkê re kirin ku, li welatê Îtalya rûniştiye û piştre şandeke wî welatî hat bajarê Kerkûkê û li vir piştî serkeftin di ceribandina taybet de, Îtaliyan bo ceribandina duyem Messi birin dibistana bajarê Mîlano û piştre klupek dê girêbestê ligel îmze bike.’‘

Wek tê zanîn beriya demekê heftenameya Bas û BasNews yekem saziyên ragihandê bûn ku, raport li ser Messiyê Kerkûkê belavkirine û bi vêna jî li ser torên medya civakî navê wî derket.

Messiyê Kerkûkê navê wî Seid Kakeyî ye û sala 2002’ê ji dayîk bûye û ji ber behremendî û jêhatîbûnê di lîstika futbolê de, wek Messiyê Kerkûkê hat nasîn û şanda Îtalî li ser hesabê xwe bo heyama mehekê ligel bavê wî ew şand bajarê Mîlano yê Îtalya.

Basnews
Top