• Thursday, 18 July 2024
logo

Ronaldo di fîlmeke kurdî de xelat stand!

Gulan Media November 7, 2014 Corane
Ronaldo di fîlmeke kurdî de xelat stand!
Lîstikvanê navdarê cîhanê û stêrka tîma Real Madrîdê Cristino Ronaldo cotek pêlavên taybet ên hewramî yên bi navê Kilaş ji aktorê serekî yê fîlma “Classico” wergirt.

Derhênerê kurd Helkewt Mistefa fîlmek bi navê “Classico” çêkiriye ku di fîlmê de du kesên kin li ser gihandina cotek Kilaş bo lîstikvanê navdar Ronaldo hevrikiyê dikin.

Di fîlmê de ku berhema hevbeş a Herêma Kurdistanê û Norwcê ye, aktorê kurd Wirya Ehmed ku rola Alan dilîze, cotek Kilaş pêşkêşî Ronaldo dike. Ronaldo jî ji vê yekê kêfxweşî dibe û hêviya serkeftinê ji bo Ehmed dixwaze.

Wirya Ehmed li ser vê yekê ji Rûdawê re got, ez nizanim çawa vê kêfxweşiya xwe bînim ziman. Çimkî ez bi dîtina Ronaldo pir kêfxweşî bûm. Ronaldo diyarî pir eciband û kêfxweşî bû. Li ser topekê îmzeya xwe lêxist û da min.

Ehmed anî ziman ku piştî ku Ronaldo dît lîstikvanên din ên Real Madrîdê jî dît û bi wan re wêne girt, hemûyan li ser wê topê îmzeya xwe lêxistin.

Fîlma Classico ji aliyê şîrketa Henê Fîlm ve hatiye çêkirin. Zêdetirî 200 kesan ji 6 welatên cîhanê tê de beşdar bûne û li Başûrê Kurdistanê, Bexda, yarîgeha Santiyago Bernabio li bajarê Madrîdê hatiye kişandin.

Classico dê sala bê li sînameyên cîhanê de bê nîşandan.

Pêlavên Kilaş taybet li devera Hewraman a Kurdistanê tên çêkirin. Kilaş bi dest tê firûtin û pêlavên pir sivik û tendurist in.

Rudaw
Top