• Sunday, 30 June 2024
logo

Piştî kurmancî Zazakî jî lê hat zêde kir

Gulan Media October 30, 2014 Corane
Piştî kurmancî Zazakî jî lê hat zêde kir
Malpera Facebookê ya civakî li ser zimanên xwe yên fermî zazakî jî zêde kir.

Piştî kurmancî di nav zimanên Facebookê de, zazakî jî lê hat zêde kirin.

Di malpera Facebookê de di beşa vebijara zimanan de zazakî heye û kesên ku bixwaze dikarî zimanê rûpelê bike zazakî.

Zazakî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê piştî zimanê tirkî û kurdî yê herî zêde tê axaftin e.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê tê payin kirin navbera 2-3 milyon kesan bi zazakî diaxîvin.

Zazakî li bajarên Bakurê Kurdistanê piranî Dêrsim, Elezîz, Amed û Çewlîgê tê axaftin.

Zazakî di nav “Zimanên di bin metirsiye de” ya UNESCOyê de ye û tê nirxandin zazakî jî di nav van lehçeyên heger ku pêşî lê neyê girtîn dê winda bibin de ye.

Peyvên zazakî yên tên wergerandin ji bo dengdanê tîne peşniyarkirin û peyva herî zêde dengan wergerî ew li ser malpere cih digire.

Rudaw
Top