• Thursday, 18 July 2024
logo

Kulîlka Cotkaran bale her kesî dikşîne ser xwe

Gulan Media October 18, 2014 Corane
Kulîlka Cotkaran bale her kesî dikşîne ser xwe
Tevî baran û sermaya Payizê, Kulîlka Cotkaran bi awayekî balkêş ji bin pelên daran yên zer dibişkive.

Ev cureyê kulîlkan çend rengên wê hene ku bala her kesî dikşîne xwe, tevî ku temenê wê kurt, navdariya wê jî bi nave Kulîlka Cotkaran ji wê yekê hatiye ku, di dema cotkirinê û rakirina pirêzeyan de, di demsala Payîzê de zîl dide û her di wê demê de balêdikşîne ser ku, lezkiriye.

Li navçeya Balakeyetî, li Başûrê Kurdistanê, piştî baran barînê Kulîlka Cotkaran bi awayekî balkêş li zeviyan zîlday û dîmeneke ciwan dayê wê navçeyê û ji ber rengên wê yên cuda, dema mirov dibîne weha dizane ku, di demsala Biharê de ye û li mêrgên Çiyayê Helgurd rûniştite.
Top