Cil û bergên Kurdî li Ewropa bûn moda
Kovara navdar a jinan û modayê ELLE ya Fransî, jiyan û qehremaniya dû keçên şervan ên endamên YPJ ên bi navê Tekoşîn û Narîn kiribûn bergê yekem ê kovarê. Vê nûçeyê li cîhanê deng dabû.
Piştî nûçeya Kovara ELLE, niha jî marka navdar a Swêdî H&M jî cil û bergên Kurdan yên netewî bi stîlek cuda xiste bazarê. Cil û bergên şervanên Kurdan êdî moday ke li Ewropa.
H&M cil û bergên Kurdan bi stîleke nûjen xistîye bazarê û ev modelên nû yên marka cîhanî bala ewropiyan dikşîne.
Basnews