• Sunday, 30 June 2024
logo

Bîyok-Bîhok: Qirmîçonkên rû, destan rast dike

Gulan Media October 3, 2014 Corane
Bîyok-Bîhok: Qirmîçonkên rû, destan rast dike

Bîyok, fêqîyek hişk, bêhnxweş û şidîyayî ye. Di payîza direng de digehe û qasidê hatina zivistanê ye. Di nav xelkê de tê gotin: “ Sala pir fêqîyan bide wê salê zivistan pir dijwar dibe”. Di nava bihokê de dindikên qahweyî û nerm hene. Di her bihokekê de 20- 40 lib dindik (bizir) peyda dibin. Ew dindik tên hişkkirin û hilanîn, paşê jibo derman tên xebitandin. Fêqî, belg û dindikên wê jibo nexweşîyên cihê tên bikaranîn.

Romayîyan bîh ji parfûm heta hingiv jibo her tiştî dixebitandin. Herweha li ba hinek medenîyetan senbola evîndarî û bendewarîyê bû. Pêxenberê Îslamê jî gotîye: “Heke hinek ji we pê bihesin li ser dilê we giranîyek heye, bihokê bixwin”.

Bi jinên dugîyan (hamîle) bîhokê bidin xwarin, zîra bîhok hêzê dide dil, acizahîyan radike û zarokên wan wê xweşik bin. Di dema me de jî, fêqîya wê di sanaîya konposto, rêçal, parfûm, sabûn û şanpûanan, dindika wê jî di sanaîya tentûr, çayê û dermanên natûrel de, belga wê jî jibo çayê tê bikaranîn.

Kêrhatî: Prof. Dr. Turan Karadenîz û prof. Dr. Faruk Yorulmaz dibêjin: Ji ber madeyên di hundirê bîyokê de, bandorek hêja li hember nexweşîyên dil, kezeb, pişik, mexde, gurçik, qirik, çav, arêşeyên ji dev, qirik, alûgûhîşk (alok), ketina kincan, ava spî ya ji jinan tê, nîşan dide.

Nexweşî:

1- Jibo piştêş û sistbûna biştê 2- Tirşbûna mexde (aşik) 3- Goştê diranan bi hêz dike 4- Kuxuk, astim 5- Bawesûr 6- Dil 7- Kezeb 8-Pişik 9-Qirik 10- Çav11- Rûvik 12-Arêşeyên dev 13- Di ketina kincan de herîkîna xwîna zêde dibire 14- Herikîna ava spî ya jinan 15 - Zikçûyînê dibire. ( ku zêde bêt xwarin qebizê çêdike)16- Îştahê vedike 17- Xwîna ji rûvîkan tê dibire 18- Xwînê paqij dike 19- Bedenê bi hêz dike, pêşdeçûna wê sîqal (eyar) dike 20- Teqanên dest, ling, rû û tevahîya bedenê ji holê radike 21-Qirmîçonkên rû, stuh û destan rast dike 22- Ji egzama û bawesîrê re başe û hwd.

Xendan
Top