Hay ji van nîşanên şekir hebe
Pirr mîzkirin, tîbûna gellek, dîtina nezelaliyê
Ev hersê xal nîşana wê yekê ne ku şekirê te ne wek pêwîst e. Eger te hest bi van hersê nîşanan kir, divê tu zû rêjeya şekirê xwe bipîve, da ku bijîşk planeke zanistî nîşanî te bike ji bo kontrolkirina wî şekirî.
Gêjbûn
Guherîna hestê hişyariyê nîşana wê yekê ye ku şekirê te ji asta asayî nizimtir e û dermanê te bêhtir ji pêwîst kar kiriye ji bo daxistina rêjeya şekirê te. Vexwarina peyaleke şerbet şekirê te vedigerîne rewşa asayî. Pirr caran nexweş hest nake ku tevger û hişê wî hatibin guhertin, lewma ew kesên ku li derdorê ne, eger hest bi guherîna tevgera kesekî nexweşê şekir kirin, divê bilez şerbetê yan çi kereste şêrîn bidine yê nexweş, beriya ku hişê xwe ji dest bide. Eger endamekî tendirust ê malbatê kete vê rewşê, divê lêkolîn bibe ku gelo bi şaşîtî hebên endamê nexweş ê malbata xwe vexwaribe? Eger vexwaribe, divê bêgihije yekeya hawarçûna bilez.
Kulbûn, nepixîn, yan derbûna xwîna pidûyê, yan birîna pî
Eger pidûya te wiha bû, divê bijîşk pişkinînê bike û li hokarên vê nexweşiyê lêbikole, ji ber ku birîna kesê nexweşê şekir bi hêsanî çak nabe û dibe zêde bibe. Derbarê pê de, divê kesê nexweş rojane piyên xwe bi ava sargermî bişoyê û bi krêma şil dohn bike, ji ber ku zuhabûn û qelaştina çerm rê ji bo kulbûna pê li cem nexweşên şekir xweş dikin. Divê kesê nexweş rojane piyên xwe kontrol bike û bi haydarî tevgerê ligel biçûktirîn birînê bike. Ji bilî vê yekê, divê bijîşk lingê nexweşên şekir kontrol bike, bi mebesta piştrastkirinê derbarê rêkûpêkiya karûbarê damar û boriyên xwîna pî de.
Kêşe di çav û bînahiyê de
Her hestkirinek bi guherîna ji nişkê ve di karîna dîtinê de, yan hestkirin bi azara çav, yan jî hestkirin bi parçeyeke spî li ser dîmenên dîtî, divê tu bijîşkê pisporê çav agahdar bikî.
Herdem hişyar be ji nîşanên nexweşiya dil
Kesê nexweşê şekir du qatan zêdetir ji kesê asayî egera nexweşiya wî bi êşên dil heye. Herwiha pêwîst e dem bi dem tu serdana bijîşk bikî, heta bi awayekî zanistî tu ezmûna dil û boriyên xwînê bikî, ji ber ku hinek caran nexweşiya te ya dil heye û tu hest bi ti nîşanê nakî.