• Sunday, 30 June 2024
logo

Beza rengîn

Gulan Media September 17, 2014 Corane
Beza rengîn
Color Sky 5Kyê ku cara yekem li Dewletên Yekgîrtî yên Amerîkayê (DYA) hate lidarxistin li Stenbolê jî hat lidarxistin. Color Sky 5K her diçe li hemû cîhanê belav dibe û ji hêla mirovan ve bi kelecaniyekê tê lidarxistin. Beza rengîn ya li Stênbolê hate lidarxistin ji zêdetirî hezar kesî ketin rikeberiyeke ka kî bêhtir rengîn dibe.

Color Sky ango ezmanê rengîn bi beza xwe ya rengîn ji bo şêniyên Stênbolê bû rojeke wiha ku dê bi hêsanî neyê jibîrkirin. Bezeke ku ji 5 kîlometreyî pêk tê û di her kîlometrê de rengek bi serê beşdaran de tê reşandin.

Vasif Erkaya ji Rûdawê re diyar kir ku reng ji wî re hêcet e, ew ji bo bazdanê ango ji bo werzişê hatiyê û got “Ez dixwazim piçekî ji vê jiyana kar dûr bikevim û strêsa xwe biavêjim.”

Welatiyên ku xwe ji ber stresa bajêr û jiyanê xwe avêtin Parka Bajêr a Yenîkapiya Stênbolê hem beziyan û hem jî rengên xwezayê li xwe kirin.

Top