• Saturday, 23 November 2024
logo

Tûrîstên Brîtanî guh nadin DAIŞê û berê xwe didin Kurdistanê

Gulan Media September 1, 2014 Corane
Tûrîstên Brîtanî guh nadin DAIŞê û berê xwe didin Kurdistanê
Tu westiya yî? Pêdiviya te bi tava rojê heye? Bêhina xwe bistîne û geştekê ber bi Kurdistana Iraqê bike. Ev dirûşma yek ji şîrketên geştiyariyê yên welatê Brîtaniyayê ye, ku hejmarek kes navê xwe tê de tomar kirine bo serdana Kurdistanê bêyî ku guhê xwe bidin êrişên DAIŞê.

Ligel pêketina agirê şerê çekdarên Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞê), li Brîtaniyayê, nivîsingeheke geştûguzarê (tûrîzmê) raportek belav kiriye û tê de behsa zêdebûna xwasta xelkê ji bo gerriyana li Kurdistana Iraqê dike.

Bêhinvedana li welatekî ku tê de şer heye nayê bîra ti kesî, heta ku şîrketekê di raportekê de belavkiriye ku tûrîst pir zêde hez dikin herin herêma bakurê Iraqê.

Nivîsingeha geştûgûzarê ya bi navê “Vegen Based” lêkolînek li ser geştên xwe li Herêma Kurdistanê li piştî êrişên çekdarên DAIŞê kiriye û di nava çend hefteyan de bilêtên nêzîkî 100 geştan firotine wan kesên ku dixwazin herin Kurdistanê.

Dîlan Harîs, ku xwediyê şirketê ye radighîne: “Di nav çend mehan de çendîn geşt ber bi Kurdistanê hatine organîzekirin û 40 kes jî li bena dora xwe ne. Dibe ku mehên Kanûna îsal û Sibata sala bê geştên me zêdetir bibin. Dema ku geştên me yên Kurdistanê zêde bûn, em mat man”.

Li gor nexşeya şîrketê, tê dîtin ku geştên tûrîstî yên Iraqê û Herêma Kurdistanê zêde bûne. Harîs dibêje: “Ev xwestina mezin wê demê dest pê kir ku komek kes hebûn dixwestin biçin cihên metirsîdar, pişt re hinek şîrket dixwestin pêgeha xwe bo pêşerojê deynin û berfireh bikin.”

Geştên 9 rojî yên vê nivîsingehê, ku jibilî pereyê bilêtê, nirxa wê digihê 749 poundan (1245 dolar), ji Amedê dest pê dike û li Hewlêrê didome û li Hewlêrê jî tûrîst serdana şûnwarên mîna Kelha Hewlêrê dikin, pişt re serdana çiya û deverên tûrîstî dikin.

Harîs dibêje: “Di geşta xwe de, ya ku zêdetir em jê nêzîk dibin, Hewlêr e. Beriya çend hefteyan me dixwest geştên xwe ji ber êrişên DAIŞê bidin sekinandin lê pişt re ew êriş neman û em ji biryara xwe vegeriyan.”

Di pilana Harîs de heye, ku wek geştekê serdana penaberên li kampa Dihokê bikin, “emê biçin da ku bibînin ew kes çi ji wan re pêwîste. Em daxwazê ji geştiyaran dikin, tiştan bo koçberan bi xwe re bînin, ev yek dihêle hizrekî zelal werbigirin ku li wê derê çi dibe.”

Ev nivîsingeha tûrîzmê li sala 2007 dest bi karê xwe kiriye bo rêxistina geştên welatên mina Îran, Tirkmenistan û Okrayinayê.

Rudaw
Top