• Sunday, 30 June 2024
logo

Bi bisîkletî ji kopê Çiyayê Agirê hat xwar

Gulan Media August 27, 2014 Corane
Bi bisîkletî ji kopê Çiyayê Agirê hat xwar
Alper Kivilcimê dildayî spora bi bisîklet xwe berdana xwarê (downhill), bi bisîkletê xwe ji Çiyayê Agirî xwe berda xwar.

Kivilcim ji Ajansa Anadoluyê re got wî di sala 2012an de destpê vê sporê kiriye.

Alper Kivilcim diyar kir ku sala borî ew li gel hevalek yê xwe yê ku çiyager 7 rojan li Çiyayê Agirî mane û got, “Em du cara gihanê kopê Çiyayê Agirî. Di 4 hezar 200 metreya de min rê hemû yek bi yek dîtin.”

Kivilcim da zanîn ew saetekê mayê li ser kopê Agirî û di der heqê xwe berdana xarê de jî wiha got:

“Min xwe girt heta mij winda bibe û paşê jî min xwe berda xwarê. Xwe berdana min ya xwar û dimen kişandina me jî tê de 8 saeta dom kir. Li gel min tîma Komeleya AKUTê, bijîşkek, du rêber û du kamerevan hebû. Lêziya min bi bisîkletî gihişt 70 kilometreyê.”

Kivilcim ragihand ku armaca wî ya nû ji 6 hezar metre bilindayiyê xwe berdî xwar.

Rudaw
Top