• Thursday, 18 July 2024
logo

Piştgîriya pêşmerge dike

Gulan Media August 23, 2014 Corane
Piştgîriya pêşmerge dike

Wezîrê rewşenbîrî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê di nava pêşwazîkirina li jina stranbêj a Lubnanî Hesna Meterde ragihand: Em giringî didin pêwendiyên rewşenbîrî di navbera Lubnan û Kurdistanê de.

Duh 20/8/2014 Xalid Doskî wezîrê rewşenbîrî û lawan pêşwazî li hunermenda Lubnanî (Hesna Meter) û şanda pêre kir.

Di hevdîtinê de Hesna Meter armanca serdana xwe bo Kurdistanê aşkira kir ku bo piştgîriya pêşmerge ye û bo vê mebestê jî ji niha ve ew mijûlî berhemanîna straneka Kurdî, Erebî ye û got: Çi demê pêwîstî hebe ez amademe hevkariya Kurdistanê bikim.

Ji aliyê xwe ve jî wezîrê rewşenbîrî ragihand: Pêwendiyên hunerî di navbera hunermendan û rewşenbîrên Kurdistanê û Lubnanê gelekî giringe û em bi pêwîst dizanin alogura keltorî û hunerî pêşve bibin ew jî bi rêya çalaiyên hunerî dibe.

Xendan
Top