• Thursday, 18 July 2024
logo

Şaciwana Holywood Lubnaniye

Gulan Media August 7, 2014 Corane
Şaciwana Holywood Lubnaniye

Li nava 20 keçên şoxûşeng de li seranserî cîhanê, Rolîta Feqê a bi regez Lubnanî bi şaciwana Holywood a cîhanê bo sala 2014 hatiye destnîşan kir.

Li ahengekî mezin de ku li Holywoodê birêve çû zêdetir li 1700 kesyatiyên hunerî û siyasî û cîhanî amadebûn.

Bi derketina xwe bi cilên balêkş, Rolîta bala hemûya bi aliyê xwe kişand. Kirasê Rolîta jî ji aliyê nimayîşkarê Lubnanî yê bi nav û bang Eqil Feqê ve hatibû dirûtinê.

Di ahengê de Rolîta bi erebî axivî û şanazî bi wê yekê kir ku ew nûnertiya Lubnanê di wê pêşbirkê de dike li ser asta Holywood piştre jî bi Inglizî li gel lijneya dadwerî axivî û bersiva pirsên wan dida.

Piştî ku bi şaciwana Holywood hate hilbijartin Rolîta li Holywoodê dimîne û dê li gel hejmarek ji hunermedan û derhênerên di biwarê sînema rol di filmekî cîhanî bibîne.

Xendan
Top