Malpera Kurdistan24 bi awayekî fermî vebû
Rêveberê giştî yê Kurdistan24, Nûredîn Weysî duh, Yekşemê ji BasNewsê re got: “Roja Duşemê mlapera fermî ya televîzyoan Kurdistan24 dikeve kar, ku tê de kurteyek derbarê projeyê û armancên wê bê pêşkêş kirin.”
Herwiha Nûredîn Weysî da zanîn ku dê ev malper tenê bo pêşkêşkirina CVyan be û kesên ku hez dikin kar li Kurdistan24 bikin pêwîste form a li ser malperê tije bikin û pêşkêş bikin.
Weysî diyar kir jî ku “Tenê bi riya formê daxwaza tê wergirtin, ew kesên ku berî niha jî CVyên xwe şandine pêwîste carek din wê formê pêşkêş bikin.” Televîzyona Kurdistan24, televîzyonek profesyonalî pêşkeftî ye weşana xwe bi kwlaîtiya HD destpêdike, ew yekemîn projeye dezgeha ragihandin û lêkolîna Kurdî ye û yekemîn proje medyay Kurdî ye jî ku bi hevkariya dezgeha medyayî ya France24 a cîhanî tê encamdan.
Basnews