• Sunday, 30 June 2024
logo

Gelo hûn zû ji xewê radibin yan dereng?

Gelo hûn zû ji xewê radibin yan dereng?
Kesên rojane zûtir li xew radibin, şevane eqlên wan hîna zêde li ser hîle û xapandinê ye.

Li gorî lêkolînên ku ji aliyê psîkologan ve hatiye kirin, kakolên(cûrekî cûcikan) zû li xew radibin û kundên dereng radikevin di warê rastîbêjiyê de di saetên cûda de tên guhertin.

Akademîsyênê Zanîngeha Harvard a Amerîkayê Sunita Sah dibêje, encamên wan lêkolînan dikare tesîrê li ser kargehan jî bike.

Kakol û Kund

Lêkolîna bi navê Kakol û Kund, li ser etîka mirov û têkilîyên Kronotîpê hatiye kirin.

Kronotîp, dema ku di laşê mirov de zêdetirîn enerjî hebe yan jî di dema razanê de derdikeve holê.

Di lêkolînê de 200 kes beşdar bûn û exlaqê wan hat testkirin.

Rudaw
Top